Beşîr têkildarî tiştê ku pê re rû bi rû ma û poşmaniya xwe ya hatina Sûriyeyê de jî wiha axifî: "Ez bûm şahdîd ku ciwanan çawa dixapînin û dişînin Sûriyeyê. Li ser navê şoreşê mirovan dişînin mirinê. Kesên ji xwe re digotin fermandarê şoreşê de tenê dagirkerî dikirin û amûrên ku dagir dikirin, ji bo bifiroşin dişandin Tirkiyeyê. Hinek ciwan bi cîhadê bawer dikin û tên. Lê ev ciwan ji bilî mirinê naçin tu derê. Ji ber vê ez bang li ciwanan dikim ku bawer nekin, hun diçin ku biçin lê neyên Sûriyeyê. Ji ber ku li Sûriyeyê ne şoreş û ne jî cîhad heye. Ligel min ev rastî dîtin jî riya min ya derketinê tunebû. Lê piştî ez ji aliyê asayîşê ve hatim girtin, rastî ne wek ya wan digot bû. Di perwerdehiyan de digotin Kurd ne muslimanin. Li ser vê em ji bo şer amade dikirin. Ez hatim girtin, dengê ezanê hat min. Min xwest ez nimêj bikim û bi rêzdarî nêz bûn.”
Rêveberiya Asayîşa Efrînê diyar kir ku El Beşîrî ji bo ku vegere mala xwe alîkarî xwestiye û ji sînorê Kilisê gihandine seferatxaneya Cezayîrê."
SEYİT EVRAN/ ANF/EFRİN