Zilamên Namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, pêr bi ser dikana esnaf Şenyaşar de girt û li ser wî û kesên di dikanê de gule reşandin. Di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da, di bûyerê de bi giştî 4 kes mir. Li gorî agahiyên rayedarên nexweşxaneyê, li ser bedena 4 kesên jiyana xwe ji dest dayî, şopa guleyan heye. Herî kêm 5 kesên din jî bi guleyan birîndar bûn.
Li gori qeyd û agahiyên rayedarên nexweşxaneyê şopa guleyê li ser cenazeyên 4 kesan û 5 kesên birîndar heye. Li ser bedena kesên hatin kuştnin Adil Şenyaşar 5-6 şop hene, Celal Şenyaşar û Mehmet Yildiz jî bi yek guleyê hatin kuştin. Mustafa Yildiz jî bi yek guleyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Kesên birîndar bûn jî wiha ne: Esvet Şenyaşar (Bi lêdanê travma serî) Nihat Yıldız (bi guleyê) Engin Şimşek (bi guleyê) Fadil Şenyaşar (rewşa wî baş e) Ahmet Çetin (ji milê xwe) Ferit Şenyaşar (bi lêdana daran ji serê xwe birîndar bûye) Mehmet Şenyaşar (bi du guleyan birin dar bûye), Suleyman Yildiz (Agahî tune ye)
Kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên Riha, Dîlok û Amedê.
MA / RIHA
Demîrtaş daxuyanî da
Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Demîrtaş ku li girtîgeha Edîrneyê dîl girtî ye, li ser êrişa pêr a li Pirsûsê daxuyaniyek da.
Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, li ser êrişa çekdarî ya doh a li Pirsûsê ku tê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn, li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek da:
Daxuyaniya Demîrtaş wiha ye:
“Rehma Xwedê li kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dayî, be. Sersaxiyê ji xizmên wan, şîfa xêrê jî ji birîndaran re dixwazim. Bûyereke gelekî tirsnak e. Bi lêpirsîneke xurt, divê rastî teqez bê eşkerekirin.
Divê welatiyên me nekevin xefika provokasyonan û bi îtîdal tevbigerin. Kesên ku dixwazin di hilbijartinan de zext û şidetê bikin û xwînê birijînin, divê hûn hewesa wan di ber wan de bihêlin. Tiştek ji canê mirovan hêjatir nîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN