MUSTAFA MENGE / FRANKFURT


Piştî ku bijîşkê destwerdana lezgîn Michael Wilk û psîkoterapîst Torsten Lengfeld ji Rojava vegeriyan, wan behsa rewşa heyî ya tibî ya li Rojava kir.

Li avahiya komeleya Mehrgenerationen Haus li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, komeleya Dostaniya Bajarên Frankfurt-Kobanê bi beşdariya Dr. Michael Wilk û Torsten Lengfeld çalakiyeke agahdarkirinê li ser rewşa tibî ya li Rojava bi rê ve bir. Di çalakiyê de qederê 30 kesên elaqedar amade bûn û di nava wan de endam û rêveberên komeleya Dostaniya Bajarên Frankfurt-Kobanê jî. 

Michael Wilk qederê 3 hefteyan li du Nuqteyên Biîstîqrarkirina Trawmayê li bereya Reqayê xebitî. Torsten Lengfeld du hefteyan şervanên YPG û YPJ´ê derman kirin li Mala Xaziyan a li Qamişlo nû avakirî. Organîzasyon û hevkarî bi Heyva Sor a Kurd re hat kirin, ji ber ku çawa ku Dr. Wilk dibêje, "Ew pirr baş strukturîze bûne û tevî ambargoya welatên cîran jî dev ji karê xwe bernedabûn."

Çawa ku herduyan di axaftinên xwe yîn agahdarkirinê de gotî, Heyva Sor a Kurd li cihê cih çalak e û ne weke rêxistinên din ên alîkariyê ye. Ne tenê alîkariya destpêkê û destwerdana tibî ya lezgîn dike, lê belê ew xebatkar û alîkarên tibî perwerde dike, da ku zanîn û pisporiya li ser meselê karibe bê tetbîqkirin li cihê cih û neqilkirin.


Rexneya li dabeşkirina nexweşxaneyan

Dr. Wilk û Lengfeld rexne li hin mijaran girtin, weke dabeşkirina nexweşxane û saziyîn tibî yên din li beşên eskerî û sivîl. Ew dibêjin, di rewşekê de ku derfet û pispor kêm in, nabe ku nexweşxane bi vî rengî bên dabeşkirin.

Dr. Wilk û Lengfeld dibêjin, rohnîkirin û pisporkirina xebatkaran jî mijareke girîng e. Ew dibêjin, helbet girîng e ku maşîn û cîhazên tibî mirov bibexşîne, lê gelek caran xebatkar û mirovên pispor ên ku wan bi kar bînin nînin. Ji ber wê jî ew pêşniyaz dikin ku li cem destwerdana lezgîn girîng û bi kêr hatî be, li cihê cih pisporên destwerdana lezgîn û beşên din ên tibî û dermankirinê bên perwerdekirin.