Bi dirûşmeya ″Xwendin asoya mirovan fereh dike″ Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîd Hisên Şawêş (Herekol) 1′emîn pêşengeha pirtûkan a Rojava li salona Zana ya bajarê Qamişlo vekir.
Gelek nivîskar, rewşenbîr, şervanên YPJ/YPG′ê, Endamên TEV-DEM′ê û nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê tevlî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de pirtûkên Desteya Çand û Huner, pirtûkên Akademiya Civaka Demokratîk, weşanxaneya Şilêr, weşanxaneya Dara, weşanxaneya Henar, Yekîtiya rewşenbîrên kantona Cizîrê, Yekîtiya rewşenbîrên Rojava a Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriye, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrîn, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Sûriyê, Komela Çand a Suryanî, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî, HRRK (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) û gelek kesên nivîskar û rewşenbîrên Rojava, rojname, kovar û pirtûkxaneyên taybet hatin pêşkêşkirin.
Di pêşangehê de beşeke taybet ji bo pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên jinê, hatiye veqetandin.
Her wiha pirtûkên şehîd Hisên Şawîş, 3 hezar pirtûkên dîrokî û çandî bi zimanên Erebî, Kurdî, Suryanî û Tirkî jî di pêşangehê de hene.
Pêşengeh bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Bi navê Desteya Çandê Aram Elî û bi navê TEV-DEM`ê endamê Desteya Rêveber, Aldar Xelîl axivîn.
Heta 25’ê Tîrmehê didome
Dayîka Şehîd Hisên Şawîş Xedîce li ser rêwîtiya şehîd Herekol a şoreşê axivî û got:ʺ Ez şehadeta wî li Rêber APO û hevalên wî pîroz dikimʺ.
Di pêşengehê de wekî din wêneyên 57 cangoriyên teqîna Qamişlo a 27`ê Tîrmehê sala 2016`an ku ji aliyê Samir Kalo ve hatine xêzkirin, hatin pêşandan.
Pêşangeh û fuar wê heta 25′ê Tîrmehê bidome û her roj semînerek wê li ser mijarên cihê bê lidarxistin
QAMIŞLO