Bi nêzîkbûna cejna Newrozê welatiyên bajarê Dêrikê û gundên derdorê wê berê xwe didin bazarên bajêr û daxwaza cil û bergên folklorîk dikin. Ev cil bi rengên buharê û vebriqandinê tên naskirin û xweşikbûna wan berûvajî cilên modêrn bala mirovan dikşînin.

Piraniya van cilan ji cawên wekî “Şîfon, Etlez, Seten, El-Berber, Corcêt û qedîfe.”Her wiha gelek modêlên cil û bergên folklorîk ên Kurdan hene û ji van modêlan ên wekî Hewlêrî, Zaxokî ku ji aliyê welatiyên devera Dêrikê ve gelekî tên xwestin. Hin ji van cilan ji 4 parçeyan pêk tên û hin jî ji 2 parçeyan pêk tên û bi çên û pûlikan tên xemilandin.
Di cejna newrozê de her wiha cilên “şal û şepik” û bi taybet yên zarokan gelekî tên xwestin. Derbarê mijarê de ciwana bi navê Yusra Salih Hacî (27) ku di kargehek dirûna cilên folklorîk de dixebite, diyar kir ku ev 6 sal in vî karî dike û beriya niha li bajarê Şamê dijiya û beriya sal û nîvekê vegeriya bajarê xwe Dêrikê. Yusra da zanîn ku li gorî peydakirina ceyranê ew rojane 3 an 4 cilên Kurdî yên folklorîk çêdike. Yusra derbarê peydakirina pûlik û pêdiviyên dirûtinê ew ji bajarên Qamişlo yan jî Helebê bi zehmetî peyda dike.
Yusra di dawiya axaftina xwe de got ku di sala borî de ew beşdarî kampanya dirûtina cil û bergên folklorîk ên jinan ku ji aliyê Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan ve hate organîzekirin, bûye.

DÊRIK