Zarokên ji pêkhateyên Rojava ‘Bûka Baranê’ çêkirin û ji xweda niyaz kirin ku baranê bibarîne.

Ev çendek e, hişkesalî bi ser herêma Cizîrê ya Rojava de hatiye û berevajî her sal, baran îsal kêm dibare.

Zarokên Kurd, Ereb, Suryanî û Êzîdî yên Tirbespiyê li meydaneke navçeya Tirbespiyê hatin cem hev û berê xwe dan taxên navçeyê.

Zarokên ku bûka baranê çêkirin li nava malan geriyan û “alîkariya ji bo baranê” wergirtin. Her malekê ku zarok çûnê av li ser zarokan reşandin û pere dane wan.

Ev jî yek ji rê û resmên kevnar ên Kurdan e. Ew alîkariya pere wekî sedeqe ji bo hatina baranê tê dayîn.

Zarokan bi dep û textan peykerê mirovekê çêkir û cawek li wê kir weke bûkeke.

Di gera xwe de zarok dibêjin “Bûka me baranê dixwaze”, “Baranê bibar bibar çivîkan genimê te xwar”.  


ANHA / QAMIŞLO