Li Hesekê, Girkê Legê, Dirbêsiyê û Efrînê rêxistinên jinan ji bo 25'ê Mijdarê dest bi çalakiyan kirin. Li van navendan bi durişmeya 'Tundiya li dijî jinê, li dijî mirovahiyê ye' semîner, civîn û gelek cureçalakiyên cuda cuda hatin lidar xistin. Akademiya Mezopotamya ya Mafnasî û Dadweriya Civakî şaxê bajarê Hesekê girêdayî xwazaya jin, civak û tundiya ku li dij jinan tê kirin li navenda xwe ya li taxa Kelasê semînerek organîze kir. Di semînerê de bi dehan xwendekar û endamên rêxistinên jinan amade bûn. Semîner ji aliyê Endama Dadgeha Gel Jiyan Hesekê li ser dîroka jin û cudahiya di navbera rastiya wê û rastiya civaka baviksalariyê de axivî. Jiyan Hesekê got ku vîna jin, tekoşîn û hişyarbûna wê ji bo bidestxistina hemû mafên wê azadiya wê misoger dike. Jiyana Hesekê da zanîn ku divê ji kokê ve dawî li tundiya li dijî jinê were û rê li ber belavbûna wê were girtin û got ku ev tundî ji xeteriyên herî mezin ên ku civkaî tehîdîd dikin e.

Li Girkê Legê semîner çêbû

Endamên jin ên Meclîsa Zagonsaz a hêrêma Cizîrê di heman çarçoveyê de ji bo xwendekarên jin ên dibistanên amadeyî rêzesemînerên ramyarî û hişmendiyê lidar xist. Ji van semîneran 3 li dibistanên bajarokên Rimêlan û Çilaxa ên girêdayî bajarê Girkê Legê hatin lidarxistin û têde bi dehan xwendekarên jin ên dibistanên amadeyî beşdar bûn. Di semîneran de rola xwendekarên jin di pêşxistina civakê, birêxistinkirina wê, her wiha amadekirin û perwerdekirinê jinan ji bo tekoşîna li hemberî tundiyê hate ziman. Bi heman boneyê, endamên jin ên Şaredariya Gel a bajarê Girkê Legê pankartên tabyet bi roja tekoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê li qad û kolanên sereke û riyên ketin û derketina ji bajêr daliqnad.


Daxuyanî hatin dayîn

Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Dirbêsiyê dest bi amdekariyên pêşwazîkirina 25'ê Mijdarê kir. Endamên Yekîtiya Star dest bi nivîsandina durişme, pankartan û amadekirina al û sembola ku temsîla jinan dikin, her wiha wêneyên tekoşeran, kirin. Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Xweser a Efrînê bi daxuyaniyekê bang li tevahiya jinan kir. Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Xweser a Efrînê bi heman armancê daxuyaniyek da.  Rêxistina Yekîtiya Star a navçeya Reco jî bi daxuyaniyekê tundiya li ser jinan şermezarkir.

NAVENDA NÛÇEYAN