Li pêşiya destkeftiyên gelê Rojava û aramiya li wir 2 astengên mezin ên sereke hene; hêzên muxalefeta Sûriyeye yê girêdayî dewleta Tirk û hin hêzên Kurd yên marjînal û bê bandor. Ev hêz in ku dixwazin bi riya belavkirina tevliheviyê karê Desteya Kurd a Bilind û Partiya Yekîtiya Demokrat PYD têk bibin û xwe bi vê yekê re isbat bikin. Weke mînaka vê tevliheviyê, ew bûyerên ku beriya çend rojan li bajarê Amûdê rûdan. Van hêzan qaşo xwepêşandanek li dijî “Asayişê“ lidar xist. Îdia ew bû ku ev xwepêşandan ji bo daxwaza zêdetir xizmetkarî ye û wek “nerazîbûna ji ber qutkirina elektrîkê“ ye! Lê armanc ne ev bû. Armanca vê, derxistina tevliheviyê û êrîşkirina li dijî navenda Asayişê bû. Di vê êrîşê de “xwepêşandêran” çek bi kar anîn û çend kes ji endamên hêza Asayişê birîndar kirin. Hêza Asayişê jî ençar ma ku bersîvê bide.
Piştî vê bûyerê malperên ku bi dijayetiya PYD tên nasîn dest bi kampayayek reşkirin û berovajîkirina rastiyan kirin. Jixwe rewşenbîrên Kurdên Rojava jî, ji bo ku muxalefeta ereb a şoven razî bikin û xwe li pêşiya rewşenbîrên ereb “demokrat” bidin xuyakirin, di malperên xwe yên Facebooke de dest bi êrîşkirina hêzên Asayişê û tevahiya siyaseta PYD kirin. Bêyî ku bûyeran lêkolîn bikin carek din PYD û hêza Asayişê ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd mîna alîgirên rejîma Esad nîşan dan û ji gelê Kurd xwestin, li dijî van hêzan serî hilde û dest bi bikaranîna çekan bike!.
Kesekî ji vê koma marjînal û kîndar gotinek derbarê bikaranîna çekan ji aliyê xwepêşandêran de negot. Kesekî behsa endamên Asayişê yên birîndar bûne, nekir. Ev yek nîşaneya dijminatî û kîndariya hinek hêzên siyasî û rewşenbîrên Kurd a li dijî hêza pêşeng a gelê Rojava ye.
Divê bê gotin ku ew hevbendiya bi navê (yekîtiya siyasî) ya ku ji 4 partiyan pêk tê û navenda wê Hewlêr e, bi oraganîzekirina vê xwepêşandanê rabûbû. Jixwe beriya demekê serokê vê “yekîtiyê” Hekîm Beşar daxuyaniyên tûnd derbarê PYD de dabûn û ew bi rejîma Esad ve girêdabû û hewl da hêzên muxalefeta Şamê yên nijadperest û mezhebperest li dijî wê sor bike.
Ev hêz dixwazin rewşa aram a li heremên Rojava têk bibin û PYD mîna berpirsyara tevlihevî, binketin û nebûna xizmetkariyê nîşan bidin. Dixwazin serhildanek gelerî li dijî PYD û karê Desteya Bilind a Kurd pêş bixin. Bi gotinek din, tu hebûn û projeyek wan li Rojava nîne, lewma dixwazin hebûn û projeya heyî têk bibin û li ser vî esasî xwe pêşkêşî gel bikin.
Niha li Hewlêrê bi alîkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK hin alîgir û endamên van her 4 partiyan tên perwerdekirin. Her weha di rojeva wan de avakirina hêzek eskerî û televizyonekê jî heye. Wer xuya dike ku di rojeva wan de hevkariya bi PYD û karê di bin baneya Desteya Kurd a Bilind de tên meşandin nîne. Her weha rizgarkirina bajarên Qamişlo û Hesekê ji hêzên rejîma Esad jî nîne. Astengkirin û rêgirtina komên çete yên alîgerên dewleta Tirk jî nîne. Tenê di rojeva wan de tengavkirin û astengkirina karê PYD û reşkirina sazî û dezgehên wê hene.
Ev hêz dixwazin xwe bi awayekî eskerî birêxistin bikin û ji bin desthilatdariya Desteya Bilind derkevin. Dixwazin li himberî hêzên YPG û Asayişê bibin hêzek din a kontrol û idarekirina heremên rojava. Her weha dixwazin di warê siyasî de tevî muxalefeta Şamê û hikûmeta wê bibin, bêyî ku ev muxalefet maf û nasnameya Kurdan nas bike.
Jixwe têkîliya hin partiyên di nava vê “yekîtiyê“ de bi hin komên çete re hene. Ew koma çete a bi navê “yekîneya Selahaddîn” ku ji çend Kurdên xwefiroş pêk tê û beriya çend mehan li taxa Eşrefiyê ya Helebê 10 sivîlên Kurd di xwepêşandanekê de kuştin. Ew koma ku Nûjîn Dêrîk, yek ji fermanderên YPG, girt û radestî dewleta Tirk kiribû.
Eger ev (yekîtiya Siyasî) di nava Kurdên Rojava de cihê xwe bigire wê tevliheviyek mezin pêş bixe. Çavê wê li dabeşkirina herema Rojava ye, wek mîna ku Başûrê Kurdistanê carekê di navbera PDK û YNK´ê de hate dabeşkirin. Ew hemû cûreyên karê hevbeş di bin siya Desteya Bilind de red dikin û dixwazin çend hereman bigrin dest xwe û wek mîna başûr bi siyaseta fefty- fefty lidar bikin.
Divê bi van partiyên Kurd re danûstandin û diyalog bê kirin û hewl bê dayin da ku ji vê fikra xwe vegerin û carek din tevî kar û barê Desteya Bilind a Kurd bibin û hêza YPG û Asayişê wek hêza tevahiya gelê Rojava qebûl bikin. Eger ew vê yekê red bikin û karê tevliheviyê dewam bikin, divê tu carî destûr ji bo wan neyê dayin ku heremên Rojava tevlihev bikin û nakokî û dijayetiyê di nava gel de derxin, wek ku beriya demekê li Amûdê kirin.
Lîstina bi pêşeroja Kurdan divê ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve wek xêzek sor were destnîşankirin. Divê ji bo ti kes û aliyan re derfet neye dayin ku aramî û ewlekariya Kurdên Rojava bikin mijara siyaset û bazarê…