Li Gundê Eyn Dara ya navçeya Efrînê, di bin baranê de bi sedan Kurdên Êzdî ji bo pîrozkirina cejna Êzîdiyan (Çarşema Sor) hatin cem hev û şahî li dar xistin.  

Di şahiyê de şagirtên ola Êzdî sirûdên xwe yên li ser Çarşema Sor xwendin. Her wiha komeke ji Tevgera Ciwanên Şoreş gurzek stranên li ser ola êzidiyan pêşkêşkirin. Şêxên Êzdiyan helbest û sirûdên olî pêşkêşkirin û di dawiya şahiyê de komîteya amadekar a şahiyê cejna êzdiyan Çarşema Sor li hemû gelê Kurd û êzîdiyan  pîrozkirin.

Li Amûdê serdana goran

Li Amûdê û gundên derdorê jî Kurdên Êzîdî Çarşema Sor bi çûna serdana gorên şêxan û ziyaretan pîroz kirin.
Kurdên Êzîdî li Amûdê û gundên derdorê, bi munasebeta Çarşema Sor çûn serdana gorên Şêxan û li ser goran dua û qewlên Êzîdiyan hatin xwendin, her wiha li ziyaretan geriyan. Bi heman munasebetê Endamên Meclîsa Gel a Amûdê çûn serdana Êzdîyên Amûdê û cejna wan pîroz kirin.
Li aliyeke din endamên meclîsên gundan ên girêdayî Amûdê çûn serdan malbatên Êzdî û cejna wan pêroz kirin.
Bi munasebeta Çarşema Sor dê roja Înê li Gundê Doko yê Amûdê şahiyek were lidar xistin. Komîteya amadekar a şahiyê da zanîn ku wan hemû partiyên siyasî, tevger, komele û rêxistinên Kurd ji bo tevlîbûna şahiyê vexwendine. 

ANHA/EFRÎN-AMÛDÊ