Hilbijartinên ‘Meclîsa Herêmî’ ya li Bakurê Sûriyê, bi tevahiya kelecana xwe doh bi rê ve çûn. Xelkê her deverê, bi coş û peroş diçe ser sindoqan. 

Qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê doh bi beşdariya xelkê a bi coş bi rê ve çû. Piştî ku rojê hilat, xelk ber bi navendên hilbijatinê ve çû. Ciwan, navsere, kalûpîr, nexweş û sihetxweşan peywendiyeke mezin nîşanî hilbijartinê dan. Tevî ku  rêjeya beşdariyê saeta amadekirina nûçeya me nehatibû diyarkirin jî ya xuya ew e ku beşdarî zêde ye.

Ji bo hilbijartinê nêzî 800 hezar kartên hilbijêran hatine belavkirin. Li gorî rêjeya hilbijartinê ya ‘Hevseroktiya Komunê’ ku Îlonê pêk hatibû, 100 hezar hilbijêr zêde bûne.

Li ber navendên hilbijartinê mirov doh ketin dorê, dayik di hembêza wan de zarokên wan, mirovên nexweş jî bi alîkariya xizman çûn ber navendên hilbijartinê û dengê xwe dan.

Li Kobanê jî dayikek bi cêwiyên xwe Şîlan û Zîlan çû ser sindoqê. Li Qamişlo li taxa Xerbî jin bi komî, bi dirûşmên ‘şehîd namirin’ ber bi navendên hilbijartinê çûn.

Li herêmên Cizîr, Firat û Efrînê 303 navendên hilbijartinê hatine danîn û 10 hezar û 825 kes peywirdarên sindoqan bûn. Her wiha şandeyên HDP, YNK, Goran, PDK’ê û Oy ve Otesî, rêxistinên civaka sivîl ên ji Tirkiyê çûyî jî hilbijartin şopandin.


QAMIŞLO