
Bi deha şêniyên bajarê Tirbesipiyê li pêşiya navenda Hêzên Parastina Civakî ya li navenda bajêr kom bûn, agir pêxistin û dîlan gerandin.
Li Dirbesiyê jî malbatên şehîdan ên herêma Dirbesiyê û Til Temerê çûn serdana goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê. Malbatên şehîdan cangoriyên azadiyê yên PKK′ê bi bîr anîn û find li ber gorên şehîdan vêxistin.
Yekîtiya Ciwanên Rojava li bajêr, girê gundê Kedîş û li gundê Sorê Avê navê PKK′ê bi agir nivîsand.
Malbatên şehîdan ên herêma Dêrikê jî serdana goristana Şehîd Xebat kir, gorên şehîdên xwe bi findan xemilandin û dirûşmeyên ′şehîd namirin′ gotin.
Bi şahiya zarokan pîrozbahiya vejînê
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a herêma Girkê Legê ya Aram Tîgran şahiyek ji zarokan re organîze kir. Koma govendê ya Diljîn Nêrgiz hunera xwe pêşan da. Koma Berfa Çiyan a zarokan jî stranên xwe pêşkêş kirin.
Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Efrînê li ser çiyayê Şêrewa agir pêxist û bi meşekê meşaleyî salvegera damezirandina PKK`ê pîroz kir. Meşê li ber navenda Şehîd Çekdar ya Yekîtiya Ciwanan dest pê kir. Ciwanan alên PKK û Yekîtiya Ciwanan û posterên Rêberê Gelê Kurdistanê hilgirtin.
Meş li Meydana Şehîdan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ciwanan govend gerand.
Li navçeya Şêrawa jî Yekîtiya Ciwanên Rojava agir li serê çiyayê Kalşoka yê gundê Basota vêxist û bi agir navê “PKK û APO” li ser çiya nivîsand.
Em ê bi ciwantî bi ser kevin
Li warê berxwedanê jî şahiya pîrozbahiyê, hat organîzekirin. Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Kobanê li gundê Roja Amara ê li başûrê Kobanê şahiyek li dar xist. Bi dehan ciwanên Kantonê û yên Girê Spî, serokê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen, seroka Desteya Ciwan û Werzîşê Almaz Romî û cîgira wê Şêrîn Osman, beşdarî şahiyê bûn.
Serokê Desteya Parastinê ya Kantonê Îsmet Şêx Hesen axivî û got: ″Bi saya vê rojê destketiyên Rojava hatin bidestxistin, hêviya me ji ciwanên me ye. Rêberê Gelê Kurd jî dibêje, Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî jî bi ser kevin.″
NAVENDA NÛÇEYAN