Bi heman armancê li gundê Kêşikê yê girêdayî Girkê Legê jî bi beşdariya şêniyên gund û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl civînek hate lidarxistin. Piştre Endama Yekîtiya Star Dicle Serêkaniyê axivî û diyar kir ku destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê yek ji berhemên berxwedana 14'ê Tîrmehê ye.
Li Taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê jî bi tevlîbûna girseyeke qelabalix bi heman armancê civîn hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de nûnerên TEV.DEM'ê nûnerên Yekîtiya Star, PYD'ê, Meclisa Herêmê ya ENKS'ê û Partiya Çepê a Demokratîk li Sûriyê axivîn.
ANHA/RIMÊLAN