Bi boneya cejna zimanê Kurdî roja 15’ê Gulanê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û desteyên perwerdeyê yên hersê herêmên­­­­­ xweser ên Rojava, şahiyên girseyî li bajarên Efrîn, Kobanê, Hesekê, Dêrik, Serêkaniyê û Dirbêsiyê organîze kirin‫.‬

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) duh meşek û şahiyek bi boneya cejna zimanê Kurdî li herêma Efrînê, li dar xist. Di şahiyê de bi sedan welatiyên herêmê, sazî, rêxistinên wekî Tevgera civaka demokratîk (TEV-DEM), şandeyek ji hikûmeta kantonê, Yekîtiya Star û PYD, amade bûn‫.‬ Meş ji pêşiya Navenda SZK ê dest pê kir û bi aliyê cihê şahiyê yê li hemberî Navenda Komeleya Heyva Sor a Kurd ve, çû‫.‬
Welatiyan di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Celadet Bedirxan û têkoşera bi navê viyan Amara, hildan. Her wiha di meşê de durişmeyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zimanê Kurdî û YPG û YPJ silav dikin,hatin gotin‫.‬ Piştî ku meş giya cihê şahiyê, şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre  SZK ê, Rêveberiya Desteya Perwerdekirinê, Yekîtiya Star, TEV-DEM û PYD, hatin axivîn û girîngiy zimanê zikmakî di civakê de diyar kirin‫.‬
Piştî axaftinan Komên stranan ên girêdayî SZK, Tevgera Çand û Hunerê û dibistana Ezhar Efrîn a taybet, stranên derbarê zimanê Kurdî, pêşkêş kirin‫.‬
Di berdewama şahiyê de şanoyên derbarê rewşa Rojava û Sûriyê ji aliyê civakî ve, pêşkêş kirin.
Li Şêxmeqsûd çalakiya pîrozbahiyê
Di çarçoveya çalakiyên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji bo pîrozbahiyê 15’ê gulanê cejna Zimanê Kurdî duh bi beşdarbûna sedan welatiyên taxê şahiyek li dar xist. Di şahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, Endama SZK’ê Jiyan Berkel derbarê girîngiya cejna Zimanê Kurdî de axivî û da zanîn ku niha li Rojava zimanê Kurdî bi saya xwîna şehîdan bi awayekî azad tê perwerdekirin. Jiyan Berkel di axaftina xwe de bal kişand ser siyasetên pişaftinê ku rêjîmên desthilatdar li dijî zimanê Kurdî didan meşandin.
Her wiha piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Heyder Reşîd derbarê heman mijarê de axivî û wiha got: “Ziman nasmameya gelan e, zimanê Kurdî jî nasnameya gelê Kurd e ji ber vê yekê bi pişaftina zimên gel jî tên pişaftin û çanda wê tune dibe.” Reşîd got ku armanc ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ew e ku li dijî hemû nirxên gelê Kurd e û di serî de li dijî zimanê Kurdî ye.
Piştre Koma Şehîd Nûredîn, Koma Şêxmeqsûd û Koma Şehîd Zardeşt yên dîlan û stranan hin dîmen û stranên şoreşgerî di şahiyê de pêşkêş kirin.
Şahî bi stran û dîlanê bi dawî bû. Li aliyekî din têklîdarî mijarê di dawiya şahiyê de mamosteyên zimanê Kurdî navên sebze û fêkiyan bi Kurdî nivîsandin û li bazara sebzeyê belav kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN