Dewleta Tirk, dest bi êrişên dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, yek ji hedefa wê Rêya M4 e ango rêya duwelî ye. Niha hemû êriş li ser vê rêyê zêde bûne.
Ji serdemên ewil ên dîrokê heta niha 2 rêyên bazirganiyê yên ji rojhilat ber bi rojava ve bûn xwedî girîngî. Yek jê Rêya Hevrîşmê bû, ya din jî Rêya Baharatê ye. Karwanên hevrîşmê yên ji Çînê derdiketin rê, di ser Iraq û Kurdistana Bakur re derbasî Rojava dibûn.
Rêya duyemîn jî karwanên ji Hindistanê derdiketin rê, di ser Iraq û Sûriyê re derbasî Deryaya Spî dibûn. Îro di navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ev du rê hene.
Dixwazin van du rêyên bazirganiyê bi dest bixin. Dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi israr got “Em destûr nadin korîdora Kurdan bê avakirin.” Eslê vê hevokê; bi kurtasî gotin ‘em ê Kurdan û gelên li vê herêmê ji warê dîrokî derxin.’
Rêya M4 a navneteweyî di sala 1950’an de hat avakirin. Di salên 1980’an de Sûriye, Iraq û Tirkiye bi peravên Deryaya Spî ve girê da. Bû pira aboriyê. Rêya M4’an, ji sînorê Iraqê, Til Koçer-Yarubiya dest pê dike, di bajarê Qamişlo re derbas dibe, di ser Hesekê, Dêrazor û Til Temirê re derbas dibe. Ji Til Temirê derbasî Eyn Îsa, Minbic û Helebê dibe.
Dîsa ji Helebê derbasî Idlib û Serakaniyê dibe û bi rêya M5 ya navneteweyî re dibe yek.
Bi mutabaqata 30 kîlometre ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dewleta Tirk bi rêya çeteyan dixwaze li ser rê serdestiya xwe çêke. Piştî mutabaqatê, li ser Rêya M4, di navbera çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriyê dide wan û QSD’ê de şer giran e.
NAVENDA NÛÇEYAN