Piştî bihara gelan li Suriyeyê kurdan doza xweseriya demokratîk kirin. Hêzên alîgirên hêzên hegemonîk hebûna kurdan ya li wir ji nedîtî tên. Lê di rastiyê de bi hezaran salan kurdan li Rojavayê Kurdistanê hebûna xwe parastiye ji bo hebûna xwe têkoşên dane.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya darbeya 12’ê Îlonê, di sala 79’an de ji bo têkoşîna rizgariya gelê kurd derbasî Suriyeyê dibe. Gelek rêxistinbûyîn û serhildanên kurdan wekî pratîka PKK’ê derbasî Suriyeyê bûye û li wir xebatên rêxistinbûyînê yên berfireh hatiye meşandin. Bi 20 salên ku Ocalan li Suriyeyê derbas dike, têkiliyên kurd û ereban yên heta îro ber bi veguherînê ve diçe. Nêzîkatiya dewleta Suriyeyê ya li hemberî têkiliyên kurdan li gorî dewletên pê re sînorê xwe parve dike şêwaz digire. Lê bi pêşketina bihara gelan re kurdên li Başûrê Rojava bi mîrateya xwe ya bi salan, doza mafê xwe û xweseriya demokratîk dike û bi vê yekê re qonaxekê nû dest pê kir. Di bingeha têkiliyên kurdan, PKK, Ocalan û Suriyeyê de çi rasti heye zêde nehatiye lêkolîn kirin û hebûna kurdan ya li vir her tim girîngiya xwe ya stratejîk parastiye.   
 
PKK li rojava ji bo kurdan dîrokeke nû pêş xist

Li rojavayê Kurdistanê gelê kurd ti carî li dijî Sûriyeyê têkoşîneke çekdarî nemeşandiye. Gava ku rêxistin û tevgerên kurd ên li aliyên din yên Kurdistanê xurt bû, li Rojavayê Kurdistanê jî rêxistinbûneke xurt derketiye holê. Di salê 1960’an de kurdên wê beşê dibin bandoriya rêxistbûna PDK’ê de bûn. Piştî Şerê Cîhanê ya duyemîn, PDK´ê li Sûriyeyê jî xwe birêxistin kir. Rêxistinên Partiya Komunîst jî li wir bi bandor bû. Weke PDK´ê partiyên din yên komunîst jî li Sûriyeyê şaxên xwe saz kirin. Lê ji ber bi nasnameya xwe ya cewherî re ne dilsoz bûn û li vê derê bi ser neketin. Piştî salê 1980’an PKK´ê li Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin kir û gel di her warî de piştgiriyeke mezin da PKK´ê.

 Polîtîkaya Sûriyê ya PKK´ê


Li Rojavayê Kurdistanê, bi têkoşîna PKK´ê re ji bo kurdan û hebûna kurdan pêvajoyeke nû dest pê kir. Bi PKK´ê re têkiliyên dewleta Sûriyê yê bi kurdan re jî guherîn. Lê ev fîîlî bûn û ti carî bi awayekî fermî nehatin meşandin. Bi taybet bandoriya Sovyetan ya li ser herêmê û têkiliyê Sûriyê û Sovyetan di vê de rol dilîze. Ev têkiliyên fîîlî heta sala 1998’an dewam kirin û bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji Sûriyeyê re guherîn.
Di sala 79’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî Sûriyeyê dibe. Bi ketina PKK’ê ya Sûriye û Libnanê kurdên li Rojavayê Kurdistanê ji bo beşê din her dem bibû weke navendek. Lê li vir kurdbûyîn tim zîndî bû. Bi hatina Ocalan ve çirûskên kurdbûyînê li Rojava geş dibe. Her weha têkiliyên kurdan û erebên Sûriyeyê di warê siyasî de nermtir dibe. Ev 20 salên ku Ocalan li Sûriyeyê bû berdewam kir.

Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe pêşî li PKK´ê negirt

Sedema ku Rejîma BAAS’ê destûrda bicîhbûna Ocalan li Sûriyeyê da û destûr da ku PKK di nava kurdên Sûriyeyê de  xwe birêxistin bike ev in; Têkiliyên Sûrî û Iraqê xirabû ev jî rê da ku dewleta Sûriyeyê li hemberî kurdan nerm bibe. Dewleta Sûriyeyê ku hewl dida ku bibe serdesta welatên ereban, dixwest vê têkîliyê li dijî Iraqê jî bikarbîne. Rejîma BAAS’ê kurdan wekî xetereyekê nedidîtin û ji ber vê yekê têkîliyên xwe yên bi kurdan re nerm kir.
Di hûndirê Sûryeyê de rêxistinbûyîna Birayên Misliman êdî xurt dibû. Di navbera rejîmên Iraq û Sûriye de şerên mezhebî hebû. Di 13 Mijdara 1970’an de li Sûriyeyê elewî bûn desthilatdar. Li Iraqê jî desthilatdariya sunnî hebû. Li aliyê din jî ji ber ku BAAS’î ji hevdû qut bibûn parçeya BAAS´ê a ku li Sûriyeyê xwe çepgir dihesiband, têkiliyên xwe bi Rusyayê re pêşdixistin. Li Sûriyeyê li aliyekî Birayên Misliman xurtdibû û li aliyekî jî têkiliyan Sûriyeyê bi Iraqê re xira dibû. Ji bo ku desthilatdariya elewî li ser dewleta Sûriyeyê îstikrarekê ava bike pêwîstbû bi kêmnetewan re li hev bike. Ji ber vê yekê BAAS´ê di dewsa ku bi netewperestiya xwe têkiliyên xwe bi kurdan xira bike, bi riya li hev kirinê dixwest dengeyek ava bike.
Tirkiye bi projeya GAP’ê ve li ser çem û rûbarên ji Tirkiyeyê diherike Sûriyeyê serdestiyek ava dikir. Ev yek jî ji bo dewleta Sûriyeyê ku hemû debara xwe bi çandiniyê dike pir xeter bû. Tirkiye dikarîbû projeya xwe ya GAP’ê li dijî Sûriyeyê wekî gefekê bikarbîne. Li aliyekî din jî pirsgirêka dîrokî ya Hatayê a di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê hebû. Ji ber vê sedemê rejîma Suriyeyê li hemberî tevgerên li dijî dewleta Tirkiyeyê bêdeng bimînin û dixestin van tevgeranan ji bo pirgirêka avê wekî gefekê bikar bînin.

Ocalan li Sûriyê 20 sal têkoşîn meşand

Di vê dema ku di navbera kurdan û ereben de têkiliyên nerm pêş diket, PKK li Rojhilata Navîn bi cîh bû. Nêzikbûna Sûriyeyê ya bloka sosyalîst karekterê PKK’ê ya dijî dagirkeriyê, di vê rewşê de li dijî dagirkeriyê êniyeke xwezayî avakir. Heta sala 1998’an ev îtîfak berdewam kir. Di van 20 salên ku Ocalan li Sûriyeyê ma aloziyên biçûk derketin, lê  sedemê wan aloziyanan jî ji nakokiyên siyasî wêdetir nakokiyên hiqûqî bûn.
Ocalan der barê jiyana xwe ya 20 salan ku li Suriyeyê derbaskiriye wiha rave dike: “Di xebatên xwe yê Sûriyeyê ên herî dawî de min hîn tengasî jiyan kir. Di xebatên xwe yê Suriyeyê yên demê dawî de ji bandora nêz ya îktîdarê min aciz dikir. Ev acizi ne ji ber zextan bû. Fikara min ji ber bandora desthilatdariyê ya xerab bû. Dîplomasiya ku xwe dispêre desthilatdariyê ne li gorî xwezaya şoreşgeriyê ye. Xebatên Libnanê wekî xebatên li çiya bû. Ez li wir di aramiyê de bûm. Derfet û şertên tevgerê li wir guncavtir bû. Li Suriyeyê li malê û erebê de hatibûm hepis kirin. Serlêdanên gel jî min nikarî bû li gorî dilê xwe bikira. Di hîn pîrozbahiyên salvegeran de xitabî gel kirin hin têr nedikir him jî giştî dima. Ji ber vê yekê ez ji têkiliyên fermî û yên girêdayî desthilatdariyê sarbûm.”

Bi komploya navnetewî Ocalan ji Sûriyê derket

Di salên 80’î de helwestên polîtîk ên dewleta Sûriyeyê guherî û bi vê gûherînê re di nava PKK’ê û Sûriyeyê de têkîliyên taktîkî pêşket. PKK’ê li hemberî Sûriyeyê siyaseteke bi dijminahî nedimeşand ev yek jî rê da ku têkiliyên wan pêş bikeve. Lê sala 1998’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komploya Navnetewî xistin dewrê. Dewletên komploger kî nêzî PKK’ê ba kiribûn hedefa xwe. Sûriyeyê di vê demê de nikarîbû li dijî zextên ku ji aliyê dewletên komploger ve lê dihat kirin helwestê nîşan bide. Ji ber vê yekê Ocalan ji bo di bingeha biratiya gelan de çareseriyek pêş bikeve ji Sûriyeyê derket. Sûriyeyê vê demê diyar kir ku sedema derketina Ocalan ne ji ber siyaseta wan ya hûndirîn, ji ber zextên derve ye. Piştî vê yekê hem ji bo kurdên li Rojava û hem jî ji bo têkîliyên kurd û ereban pêvajoyeke nû dest pê kir.
Di rastiyê de bingeha vê pirsgirêkê bi guherîna rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn re eleqedar bû. Li Rojhilata Navîn dengeyên siyasî diguherîn û dewleta Sûrî nikaribû zextên dewletên komploger rabikira,  ji ber vê yekê bi Tirkiyeyê re li dijî PKKê li hev kir. Sûriyeyê di hûndir de ji ber zextên burokrat û generalan, li derve jî ji ber zextên Mısırê, û Tirkiye ku piştgiriya Emerika, Îngilîstan û Îsraîlê girtibû bû amurê komploya navnetewî. Di sala 1998’an de Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re peymana Edeneyê îmza kir bi vê yekê bi PKK’ê re û gelê kurd re pêvajoyeke dijber û dijminatiyê da destpêkirin. Di 1998’an de Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji Suriyeyê derket lê xebat û rêxistinbûyîna vê qadê berdewam kir. Kurdên Suriyeyê xwedî li mireteya 20 salan a Rêberê xwe derdet û bi bihara ereban re ji bo bidest xistina statuyeke azad rêxistyinbûyîna xwe berfireh dikin.
Ocalan derketina xwe ya Suriyeyê û pozîsyona girîng ya vê qadê weha nirxandibû: “Ji pozîsyona Suriyeyê qutbûn li gorî min di warê siyasî û rêxistinê de ne rast bû. Ji ber vê yekê dikarim bêjim ku min xitimandinek jiyan dikir. Lê ev rewş berhemên xebatan kêm nedikir û rê nedida tu windahiyan. Rê dida destkeftiyên pir alî. Lê dîsa jî min pêdiviya guherandina rêbazan didît. Di salên 1997-1998’an de ne yekser be jî dîsa (bi navbeynkariya Cigirê Serokê Dewleta Suriyeyê Hafiz Esed Abdulhalîm Haddam de) diyalogên ku pêşdiket dikaribû rê bida rêbazên nû. Suriye ji bo pêkanîna vê rêbazê guncaw bû. Ji ber vê yekê terikandina vê qadê nehat tercih kirin.”

Ji bo kurdan polîtîkayên taybet

Piştî Şerê Cîhanê yê yekemîn, sînorên Rojhilata Navîn ji nû ve li gorî hêzên dagirker hat diyar kirin. Kurdistan di nav çar dewletan de hate perçekirin û başûr rojavayê Kurdistinê ket bin desthilatdariya Sûriyeyê. Beriya Şerê Cihanê piraniya erdnigariya Kurdistanê di nav sînorên Osmaniyan de bû. Di Şerê Cihanê ya Yekemîn de dewleta Osmaniyan têk diçe û xaka ku gelên ereb tê de dijîn bi temamî teslîmî dewletên Îtîlaf (Birîtanya, Fransa, Îtalya) dikin. Di sala 1916’an de bi peymana Sykes-Picot ku bi awayekî veşartî di navbera Rusya, Fransa, Birîtanya û Osmaniyan de hatibû amadekirin, Rojhilata Navîn tê  parvekirin û ji vê herî zêde Kurdistan bandor dibe.

Ji Kurdistanê parçeyek dan Sûriyeyê


Fransa, gelek dewletan dixe bin desthilatdariya xwe. Ew dewletên ku di peymana Sykes-Picot de cihê xwe digirin, bi polîtîkayên "parçe bike, rêvebibe" dixin dewrê û ew dewletên ku îro di Rojhilata Navîn de cihê xwe digire ava dikin. Bi vê polîtîkayê ereban jî bi 22 welatên cuda parçe dikin. Kurdistan jî ji dewleta Osmanî derdikeve û di nava dewletên Iraq, Sûriye, Iran û Tirkiyeyê de parçe dibe. Bi vî awayî beşekî Kurdistanê bi sînorê Sûriyeyê re ji hevdû qut dibe. Nûfusa Sûriyeyê ji sedî 10 ji kurdan pêk tê û nûfusa kurdan li Sûriyeyê ji 2 milyonan zêdetir e.        

Piştî serxwebûnê darbe pêk hatin

Fransa sala 1943’an ji Sûriyeyê derket û 1’ê çileya 1944'an serxwebûna Sûriyeyê qebûl kir. Lê Fransayê li dû xwe tebeqeyeke burokrat ku wan perwerde kiribû ji bo desthilatdariya Sûriyeyê hiştin. Ev tebeqeya burokrat piştî dagirkeriya Sûriyeyê û derketina Fransayê rêveberiya dewletê bidestxistin. Rêveberiya Sûriyeyê êdî bû rêveberiya darbeyan. Salên 1949, 1954, 1961, 1962, 1963, 1966 û 1970’an li pey hev darbe pêk hatin.

Kurd xwe bi rêxistin kirin

Gelek kurdên li Tirkiyeyê dijîn, piştî serhildana Şeyh Saît(1925) koçî Sûriyeyê dikin. Her wiha partiya Xoybûn jî di navbera salên 1927-1930’an de li Sûriyeyê xwe rêxistin dike. Piştî ku dewleta Sûriyeyê serxwebûna xwe bidest dixe, kurdên li Sûriyeyê zimanê xwe serbest diaxivin û bi zimanê kurdî dikarin weşan bikin. Ocalan ev rastiya dîrokî wiha ravedike: “Hegemonyaya Fransayê heta Şerê Cîhanê ya duyemîn li Suriyeyê berdewam kir ev yek rê da ku rewşenbirên kurdan kêm be jî nêvengek azad bidest xistin. Weşandina kovaran de û sazumankirina rêxistinan de zêde astengî jiyan nekirin. Lê statuya kurdên azad jî bidest nexistin. Di vê qonaxê de Kâmuran Alî Bedîrxan û derûdora wî derfetê şopandina pêkanînên dij-kurdan û hewldanên ezmûnên têkoşîna çekdarî bidestxistiye, ji bo serhildana Agirî hewldanên sazkirina rêxistina Xoybûn bidestxistine her wiha weşana kovara Hawar jî pêşketinek girîng a wê demê ye. Gelek gavên girîng ên dîplomatîk pêşketiye. Lê di hemûyan de jî serkeftina ku dihat xwestin bidest neketiye.  Di vê qonaxê de Fransa bi Tirkiyeyê têkilî pêşxistinê de û xêzkirina sînorê Suriyeyê de ne bi qasî kirinên Îngiltereyê yên li Iraqê be jî, kurdan di destê xwe de wekî qoz bikar aniye. Di qonaxa nêz de Fransa di pêymana Enqereyê ya di sala 1921’an de, ji bo perçekirina Kurdistanê roleke neyînî û sereke listiye.” 

Li dijî kurdan polîtîkaya zext û asîmîlasyonê


Di sala 1962’an de qanûnên nû kete dewrê li gorî van qanûnan ya madeya wê a 93’an projeya hêjmartina awarte ku ev qanûn wekî gava pêşîn a kembera ereban tê zanîn dikeve dewrê û li ser kurdan bi polîtîkayeke zextê pêkanînên nû xistin dewrê.
Di 5’ê Cotmeha 1962’an de ev qanûn dikeve meriyetê û di encama vê qanûnê de 120 hezar kurd ji hemwelatiyê hatin avêtin. Mafê 120 hezar kurdan a siyasî, civakî û hiqûqî nehate nasîn heta nasnameyên wan ên hemwelatibûyînê ji destê wan hate girtin. Bi vê qanûna nû re, mafê kurdan yê mal-milk girtinê, perwerdehiyê û tevlîbûna hilbijartinê ji destê wan hate girtin. Zarokê kesên bênasname jî wekî welatî nehatin qebûl kirin. JI ber vê yekê nikarin ji dibistanan dîploma jî bigirin û nikarin bi awayekî fermî bizewicin. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Sûriyeyê, di sala 2006´an de hêjmara kurdên bê nasname û bê welat gihişt 150 hezarî.

Rejîma BAAS´ê û qanûnên rewşa awarte

Di sala 1963’an de BAAS’î tên ser desthilatdariyê bi zihnîyeta yek partî û yek netew ve nijadperestiya erep belav dikin û zextên li ser kurdan kûrtir dibe. Bi hatina partiya BAAS’ê re êdî têkiliyên gelê kurd û ereban dikeve qonaxeke cuda. BAAS’î hemû kêmnetewan tune dihesibînin û wan wekî erep qebûl dikin. Her wiha gelek kêmnetewên ku li Sûriyeyê ne tên asîmîle kirin û nijadperestiya ereban pêş dixîn
Rejîma BAAS’ê bi îdeolojiya nijadperest li ser kurdan polîtîkaya zext û zordariyê meşand. Li ser çand û zimanê kurdan îmha û înkar ferz kir. Tevî van pêkanînan BAAS’ê qanûnên rewşa awarte jî derxist. Bi wan qanûnan, erkên berfireh dan hêzên leşkerî û ewlekariyê. Li gorî van qanûnan her kesê ku jê şik û gumana wan hebe dikare were girtin û binçavkirin. Dema binçavkirinê jî ne diyare û ji xizmên girtiyan re ti agahî naye dayîn. Disa li gorî wan qanûnan dadgehên ewlekariyê yên dewletê hate sazkirin û di van dadgehan de kesên muxalîf hatin darizandin.  Kesên ku li hemberî rejîma BAAS’ê, li hemberî serokê dewletê û kesên ku hewl didin komên olî û etnîkî ava bikin di wan dadgehanan de tên darizandin û li hemberî biryara dadgehê mafê îtîrazê jî nîn e. Nêzî 50 salin, ji roja ku rejîma BAAs´ê hatiye ser desthilatdariyê li dadgehên Sûriyeyê ev qanûn derbas dibe.

Polîtîkayên Hafiz Esad

Di sala 1970’an de Hafiz Esad hat ser desthilatdariyê. Esad di destpêka desthilatdariya xwe de dixwaze nasnameyeke etnîkî ya ereban li ser Sûriyeyê serdest bike û ji bo vê yekê jî li ser kurdan polîtîkayên asîmîlasyonê dixe dewrê. Projeya Kembera Ereban ya BAAS’iyan 6 salan berdewam dike. Bi vê polîtîkayê, navên kurdî qedexe dike, cih û warên ku navê wan kurdî ye tên guhertin û din erebî. 40 gundên ereb li ser sînor ava dike û 7 hezar malbatên ereb li wir bicîh dike ku kurdan ji herêmên sînor diterikînin.
Di sala 1946’an de têkiliyên Sûriyeyê yên bi Tirkiye û Iraqê re xira dibe. Di hûndir de jî ji ber xeteriya rêxistina Birayên Misliman, Hafiz Esad dawî li Projeya Kembera Ereban tîne. Bi vê yekê polîtîkaya rêjîma Sûriyeyê ya li hemberî kurdan hinek diguhere. Esad di sala 1980’î de hemû girtiyên siyasî ên kurd serbest berdide û hîn xizmetê bingehîn dibe gundên kurdan. Lê bi ti awayî Esad maf û nasnameya kurdan nas nake. Di dema Esad de jî pîrozkirina cejna Newrozê qedexe bû û kurdên ku doza mafê xwe kirine jî ji aliyê rejîma Esed ve hatin girtin. Hafiz Esed di desthilatdariya xwe ya 20 salan de tu caran li hemberî kurdan dijminahiyek siyasî nemeşand, lê mafê kurdan jî nasnekir. Sûriye li gorî stratejî û rewşa herêmê û polîtîkaya xwe ya li dijî kurdan destnîşan kir.

ElÎf YILDIZ - ANF/BEHDÎNAN