Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 1’ê Nîsanê de destpê kiribûn, bi bernameyên curbicur didomin. Pêr êvarê li bajarên Amûdê û Kobanê şahî hatin lidarxistin. Her wiha li Dêrik, Cindêris û Qamişlo jî bi çandina şitilên daran, lidarxistina şahî û civînan pîrozbahî hatin lidar xistin.

Li Amûdê rojbûna Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê bi beşdariya dehan jinan bi şahiyekê hate pîrozkirin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dayîkên aştiyê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd find pêxistin. Endama Yekîtiya Star Raperîn Cûdî jî di şahiyê de axaftinek kir. Cûdî,  64’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd wekî rojek nû ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê pênase kir û wiha got “Rêber Ocalan tenê kesayetek nîne, di heman demê de felsefeya jiyana azad e. Îro ev felsefe mîrovahiyê ronî dike. Cûdî, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi munasebeta Rojbûna Rêberê Gelê Kurd soza xwe bi Ocalan nûdikin.
Di şahiyê de her wiha sînevîzyona ku ji axaftinên Ocalan hatibû amadekirin hate temaşekirin. Di Şahiyê de pêşengeha ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd pêk dihat jî hate vekirin. Di şahiya pîrozbahiyê de jinan bi dirûşmeyan dilsoziya xwe bi Ocalan re nîşandan.
Li bajarê Kobanê jî li Navenda Çand û Hunerê ya Gundê Helincê bi beşdarbûna şêniyên bajêr bi şahiyek hate lidarxistin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir.  Piştre Koma Berbang û Koma Şehîd Şîlan yên Kobanê govendên folklorî pêşkêşkirin. Di şahiyê de welatiyan dirûşmeyên dilsoziya bi Ocalan re berzkirin û posterên Ocalan hilgirtin.
Jinên beşdarî şahiyê bûn keyfxweşiya xwe nîşandan, rojbûna Ocalan pîrozkirin û daxwaz kirin ku pîrozbahiyên sala were bi amadebûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan re werin lidar xistin.

Dar çandin
Li Dêrikê jinan bi pêşengiya Yekîtiya Star şitilên daran çandin. Jinan bi çandina şitilên daran keyfxweşiya xwe nîşan dan û gotin ku em hêvîdikin îsal bibe sala azadiya Rêberê Apo. Piştî çandina şitilan, jinan stran gotin û govend gerandin.
Bi heman munasebetê Yekîtiya Star jî li Navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Cindêris a Efrînê civînek lidar xist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştre Endama Yekîtiya Star Şaha Efrîn li ser raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û rola Ocalan ya di azadiya jinê de axivî.
Li Qamişlo jî dibistana zimanê Kurdî bi alîkariya komîteyên tendirustiyê, komîteya xwezayê û Meclîsa Gel a Gundê Hîmo kolanên gund paqijkirin û parka Şehîd Qasim ji bo çandina daran a roja 4’ê Nîsanê amede kirin. Şagirtên zimanê Kurdî jî parka Şehîd Qasim paqijkirin û ji bo roja 4’ê Nîsanê cihê daran kolan. Parka Şehîd Qasim di 4’ê Nîsana 2012’ an de hatibû vekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN