
Bi heman armancê Yekîtiya Star û Tevgera Çand û Hunerê yên bajarê Tiltemir li navenda Şehîd Şînda ya Zimanê Kurdî bi beşdariya sedan jinên Kurd, Ereb û Asûrî li bajarê şahiyek lidar xist. Meydana şahiyê bi alên kurdî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên piştgiriya têkoşîna jinan, hate xemilandin. Şahî bi stranên Komên Şoreş û Tolhildan û dîlanê bi dawî bû.
Li bajaroka Ebo Rasên a girêdayî bajarê Dirbêsiyê jî bi heman munasebetê Yekîtiya Star şahiyek lidar xist. Qada şahiyê bi alên Yekîtiya Star û TEV-DEM’ê hate xemilandin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin. Piştre Endama Rêveber a TEV-DEM’ê Zozan Kobanî axivî û 8’ê Adarê li beşdaran û hemû jinên cîhanê pîroz kir. Şahî bi stranên koma Xemgîn û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û dîlanê bi dawî bû.
Li bajarê Tirbespiyê jî Yekîtiya Jinên Suryanî bi heman munasebetê li navenda xwe şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi dehan jin bi rengên xwe û cilên herêmî li rex gelek rêxistinên jinan beşdar bûn. Di axaftinan de 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê hate pîrozkirin. Her wiha hate destnîşan kirin ku ev roj bi saya xebata têkoşerên ku ala azadiyê bilind rakirin, hatiye. Şahî bi stranên Koma Meriyana ya Jinên Ciwan û dîlanên folklorî bi dawî bû.
Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî endamên Yekîtiya Star vexwendiname ji bo beşdariya şahiya 8’ê Adarê ku dê sibe were lidar xistin, belav kirin.
ANHA/QAMIŞLO
Li Silêmaniyê jin meşiyan
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê dibin pêşengtiya Rêkxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK)’ê de bi boneya pîrozbahiyên 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê meşek hat lidarxistin. Meş li nava bazarê destpêkir heya ber Baxê Giştî berdewam kir. Di meşê de endamên RJAK, Însiyatîfa Jinan a PYD’ê û bi dehan jin amade bûn. Di meşê de bê navber duruşmên “Ne ji bo komkujiyên jinan”, “Bijî yeketiya jinan”, “ Riswabe zihniyeta piyawsalarî û komkujî” hatin gotin.
Jin meşiyan
Piştî girse gihişt ber derê Baxê Giştî li wê derê daxuaniyek ji bo çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama RJAK’ê Seyran ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, sîstema desthilatdariyê sîsemeke ku herî zêde liser jinan koletî dide ferz kirine. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Sîstema desthilatdariyê tiştek nemayekû bi serê jinê neaniye, jinê wekî meta ji bo bilindkirina sermayeya xwe li her qadekê jiyanê bikartîne û mejî û hestên jina dagir kiriye.” Di dawiya daxuyaniyê de jî hat gotin: “ Em roja 8’ê Adarê Roja jinên kedkar ên cîhanê li tevayî jinên cîhanê û bi taybetî jinên Kurdistanê pîroz dikin. Em vê rojê wekî roja têkoşîn bilind kirina li himberî zihniyeta piyawsalarî, çewisandin û kuştinên jinan pênase dikin.”
SILÊMANÎ
Li Adigey û Êrîvanê hat pîrozkirin
Jinên Kurd ên li Komara Adigeyê bi şahiyekê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Jinên Kurd ên li Komara Adigey a Rûsyayê dijîn, bi boneya pîrozbahiya roja jinên kêdkar ên cîhanê 8’ê Adarê di şahiyekê de li hev civiyan. Şahiya ku li salona şahiyan a mala netewa hat li darxistin, bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyana cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku hatibû amadekirin hat nîşandan û li ser wateya rojê axaftin hatin kirin. Piştî axaftinê şahî bi stranên hunermend Xalîde, Evînar, Barî û komên herêmî berdewam kir. Jinên beşdarî şahiyê bûn li gel stranên hunermendan govend gerandin. Jinên Kurd li paytexta Ermenîstan Êrîvanê 8'ê Adarê bi xwepêşandanekê pîroz kirin. Di xwepêşandanê de peyama "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" hat dayîn. Jinên Kurd ên ji herêmên Elegez, Oktonberiyan û Êrîvanê, li paytext Êrîvanê xwepêşandanek lidar xistin.
Di xwepêşandanê de Endama Komîteya Kurdistanê Zerê Kakoyan nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 8'ê Adarê nivîsandibû, bi zimanê Ermenî xwend. Piştî bidawîbûna nameyê Kakoyan got, “Em li ser navê jinên amade spasiyên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêşkêş dikin." Di dawiyê de jinan li ber dengê dahol û zûrnê dîlan gerand.
ANF/MOSKOVA