Dewleta Tirk him beriya şerê li Sûriyê û him jî piştî kaosa li vê welatê, polîtîkayên xwe li ser bingeha astengkirina serketin û pêşketiyên Kurdan ava kir. Belkî di dîplomasiyê de tenê têkbirina bidawîanîna desthilatdariya Beşar Esad anî zimên, lê di pratîkê de hîn bêhtir ji bo lawazkirina pêşketin û xwedîstatûbûna Kurdan hewil da. 

Tirkiyeyê piştgirî da hemû komên cîhadîst ên li Rojava li dijî Kurdan şer dikin; ew perwerde kirin, rêxistinên nûnertiyê ji wan re damezrand û ji wan re çek şandin. Him siyaseta xwe ya hundir û him jî dîplomasiya xwe ji bo reşkirina têkoşîna Kurdan bikar anî, her roj gefan li ser Kurdan dibarîne…

Geşedanên li Rojava êdî mijareke sereke ya siyaseta Tirkiyê ya hundir e jî. Çawa ku çav û dilê Kurdên Bakur li ser şoreşa Rojava ye, dewleta Tirk jî ji bo têkbirina van destketiyan ewqas hestyariyê nîşan dide û çi ji destê wê tê, dike…

Tirkiye dixwaze heman polîtîkaya xwe ya dijkurd a înkarker, tuneker û asîmîlasyonê li Rojava jî bixe meriyetê û li wir pêşketina statûyekî Kurd asteng bike. Li hember van polîtîkayên; her diçe berxwedana Kurdan a li Bakur, bi berxwedana li Rojava ve dibe yek. Kurd li Rojava ne tenê li hember DAÎŞ û rejîmê, herwiha li hember Tirkiyê jî bi serketin… 

Li ser van pêşketinan, Tirkiyê, Baregeha Încîrlîkê ji teyareyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re vekir û paşê bi navê tevlîbûna şerê li dijî DAÎŞ’ê, êrîşên xwe tenê bir ser hêzên Kurd ên li Bakur, Başûr û Rojava…

Tirkiye, krîmînalîzekirin û lawazkirina îmajên PYD’ê û YPG/YPJ’ê jî kiriye wek karê xwe yê sereke yê dîplomasiyê. Misteşarê Karên Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sînîrlîoglu her roj tiştekî derbarê herêmeke tampon a li Rojava û astengkirina YPG/YPJ’ê dike, lê daxuyaniyên wî ji nişka ve ji hêla berdevkên DYA’yê ve tên derewandin. 

Di siyaseta Sûriye-Rojava de her gavên ku Tirkiye di nava vê hengameyê de davêje, tenê kaosa heyî kûrtir dike. Hefteya çûyî 6 gerîlayên YPG’ê yên birîndar teslîmî Nûsrayê kirin. El Nûsra ya girêdayî El Qaîdeyê ya ku piştgiriyê ji Tirkiyê distîne, ji herêma ku Tirkiyê dixwaze dagir bike, xwe vekişand û şûna wan bi navê hêzên Tirkmenî, komên Sultan Murat, Fatîh Sultan Mehmet û Cephe eş Şamiye hate bicîhkirin. Ev veguhestin û bicîhkirin bi destê Îstîxbarata Tirkiyê hate kirin. Herwiha koma din a xwe bi Tirkiyê ve girêdaye Ahrar uş Şam jî di navbera kantonên Kobanê û Efrînê de hate bicîhkirin. Ev koman gişt Kurdan wek dijmin dibînin û tenê gorî polîtîkaya Tirkiyê û berjewendiyên wê tevdigerin. Di daxuyaniyên xwe de YPG/YPJ’Ê û xweseriya demokratîk wek dijmin îlan dikin. Ji xwe ev demek e; El Nûsra êrîşên xwe yên li dijî Kantona Efrînê zêdetir kiriye. Li gel van pêşketinan; wer xuya ye, ku Amerîkayê jî ji bo kontrolkirina hemû hêzên li herêmê, hinekî pêşiya Tirkiyê vekiriye…

Li rojên pêş rewşeke çawa wê rûde hê jî ne diyar e; lê mirov dikane bi aşkereyî bibêje; ku Tirkiye li Rojava dixwaze ’Kembereke Tirk’ ava bike. Bi vê yekê dixwaze him demografiyê biguherîne û him jî cografya Kurdan parçe bike û parçeyî bihêle. Yani dixwaze projeya rejîma Baasê a nîvçe mayî, temam bike. Bi vê yekê re girêdayî Kantona Efrînê ji her hêlan ve dorpêçbike, demografiya herêmê biguherîne û li wir bi destê Tirkmenên girêdayî wê, desthilatdariyeke dagirker ava bike… 

Lê ji ber ku li herêmê hejmara Tirkmenan qasî xelkên din ne zêde ye û ew der ne herêmeke Tirkmenî ye; hewldanên Tirkiyê wê kaosekî nû bi xwe re bîne. Ne tenê Kurd, xelkên din; Ereb û Ermenî jî vê dagirkinê qebûl nakin. 

Kurd jî, Efrînê bi tenê nahêlin û wê bi hevkariya xelkên din ên herêmê bigîhînin Kobanê û nahêlin ku kembera Tirk pêkbê. Kembera Ereb bi serneket, kembera Tirk jî polîtîkayeke pûç e û li dijî rastiya herêmê ye…