Zanyar Dolgov da xuyakirin ku rewşa Sûriyeyê ji rewşa welatên din ên Ereb cudatir e û wiha pê de çû: “Bêguman rewşa Sûriyeyê ji ya Misir û Tunusê cûdatir e, ji ber ku pirsgirêkên gelê Sûriyeyê û nakokiyên gel dijîn ji yê van herdu dewletên din cûdatir e. Pirsgirêkên Sûriyeyê yên demokrasiyê, azadiya raman, bertîl xwarin hebûn  her wiha ev pirsgirêk bi gelek dewletên din re hene. Lê ne di asteke gel temamî rabe ser piyan û li hember rejîmê serhildana bike de ne. Bi du gotinan rewşa Sûriyeyê ji ya dewletên din ê ereb cûdatir e.”

 
Birayên Misilman

Di nirxandinê xwe de zanyar  diyar kir ku tevgera biratiya misliman ji salê 80’yan ve ji bo rûxandina rejîma Baasê dixebite û dibêje: “Li Sûriyeyê serhildanek heye û di vê serhildanê de beşeke civakê cihê xwe tê de digre. Gelê ku beşdarî vê serhildanê dibe kî ye? Ew gelê ku di asta feqîriyê de dijî yê ku rastî neheqiyê hatiye û di nav van de jî yên ku xwedî ramana Îslama radîkal in hene. Bi vê ve girêdayî tevgera biratiya misliman jî di vê serhildanê de cihê xwe digire. Hêj di salên 80 de wan li hember rejîmê serî rakirin. Bi taybetî li bajarê Humus serî hildan, lê ew serhildanên wan ji hêla dewletê ve dihatin tepisandin. Di vê demê de tevgera biratiya misliman dema ku dîtin li dewletên Eraban serhildanên gel pêş dikevin û rejim tên rûxandin, wan jî li hember dewleta Sûriyeyê dest bi serhildanê kirin. Bi xetê qalin ez dixwazim bêjim ku di Sûriyeyê de ti pirsgirêken ku bibin sedema xwînrijandine tinebûn. Sedemên pirsgirêkên ku niha li Sûriyeyê tên jiyîn, bi destê deweletên derve tên rêvebirin. Min berê jî di vê der barê de gelek nivîs dinivîsandin û wê demê jî min digot ev hemû listikên welatên bendava Fars û hin dewletên Ereb û Rojava ne. Niha her kes dixwaze tiştekî bidest bixe û li heremê pozisyona xwe xurt bike û bi vê ve girêdayî dixwazin pirsgirêkên xwe yên global çareser bikin. Mînak ger Sûriye ji holê bê rakirin û yekîtiya wê ya bi Îranê re bê betalkirin wê demê dê bikaribin li Lubnanê li hemberî Hîzbûlahê derkevin.
 
Piştgiriya Neteweyî
Dolgov da xuyakirin ku mûxalefeta Sûriyeyê mîna berê ji hêzên herêmê û navneteweyî zêde piştgiriyê nabîne û wiha axaftina xwe berdewam kir:“Siyaseta Beşar Esad dide meşandin serketiye. Komên çete bi El Qaîdeyê re girêdayî ne her wiha hêzên navneteweyî jî ev yek qebûl kirin. Mînak wezîrêk karê derve yê Amerîkayê bi xwe da diyarkirin ku li Sûriyeyê El Qaîde di nav rafên komên muxalîf de cihê xwe digre. Rewşa navneteweyî dest dide ku Sûriye ji vê krîzê derkeve. Tê zanîn ku serok Komarê Misirê Nursî piştgiriyê dida hêzên muxalîf ên Sûriyeyê lê Serokê niha yê Misirê ji hêzên muxalif xwestiye ku ofîsa xwe ya navendî ji Kahîreyê derxînin ev yek jî tê wateya ku êdî Misir pişgiriyê nade hêzên muxalîfên Sûriye.
Zanyarê Enstîtutuya Rojhilata Navîn a Moskowayê Dolgov der heqê êrîşên komên radîkal ên îslamî de li dijî rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku gelê Kurd bi jenosîdekê re rû bi rûye û ji raya giştî ya navneteweyî xwest ku li hemberî vê bêdeng nemînin. Dolgov diyar kîr ku pirsgirêka Kurd yek ji wan pirsgirêkên binghîn ên Sûriyeyê ye û wîha pêde çû: “Komkujiyên ku di demên dawî de li herêmên Kurdan bi destê komên radîkal ên îslamî tên kirin, mirov dikarin wekî jenosîda Kurdan bi nav bikin. Divê di her astê de ev bi tundî bê şermezarkirin.Wekî tê zanîn rayedarên welatê me, yekemîn welat bû ku komkujiya li dijî Kurdan bi awayekî tund şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî kir. Divê welatên din jî komkujiya li dijî Kurdan şermezar bikin. Gelê Kurd wekî her gelê cîhanê xwedî maf e ku li ser axa xwe bi azad bijî. Dema ku Kurd daxwaza mafên xwe dikin heya dawî mafdarin û ev netiştekî mirov nîqaş bike jî nîne. Daxwaza Kurdê Rojava ya xwe bixwe rêvebibin û xweseriya xwe ava bikin tiştekî pir qanûnî ye. Ez di wê baweriyê de me ku rêveberiya Sûriyeyê jî vê pirsgirêkê fam dike û di demên pêş de jî wê daxwaza gelê rojavayê Kurdistanê pêk bîne.”
 


ÊRÎŞ QOSER/ANF/MOSKOV