Xwişka şervanê YPG'ê Ubeyd Îbrahîm, Sumeya Îbrahîm jî di merasîmê de axivî. Sumeya, destnîşan kir ku Ubeyd ne tenê kurê malbatê ye, kurê hemû Kurdistaniyên bi rûmet e û wiha berdewam kir: “Em bi birayê xwe pir serbilindin.”
Li Qamişlo bi hezaran kesî cenazeyê Endamê Partiya Demokrat Pêşverû ya Kurd ên Sûriyeyê (PDPKS) Ela Qasim yê ku di 24'ê çileyê de di şerê Serêkaniyê de birîndar bûbû û dawiyê şehîd ket, bûn. Ji bo şervanê YPG’ê Qasim li ber navenda buroya PDPKS'ê merasîm hat lidarxistin. Endamê Desteya Bilind a Kurd Îsmaîl Hemê axivî û diyar kir ku komên çete yên bi alîkariya Tirkiyeyê ketine Serêkaniyê ne ji bo azadiyê hatine. Hemê bal kişand ku gelê wan li hember van komên çete berxwedaneke mezin destnîşan kirin. Piştî ku merasîm bi dawî bû merasîm bi kerwanekî wesayitan ber bi gundê Qermanê yê Dirbêsiyê bi rê ket, li goristan gund spartin axê.
Her wiha şervanê YPG’ê Osman Salih Bîskî yê ku li ser noqteya kontrolê bi guleya bi şaştî ji çeka wî derketibû şehîd ket, ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmeke hate definkirin. Merasim li ber mala gel a Kobanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre merasîma leşkerî hatin lidarxistin. Piştî ku merasîm bi dawî bûn welatiyan cenaze ber bi goristana Kobanê ve birin û li wir ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.
QAMIŞLO/KOBANÊ