
Pêşnûme hat erê kirin
Dr. Ebdulkerim Umer li ser navê Diwana Meclîsê axaftina vekirinê kir. Piştî axaftina vekirînê pêşnûmayên diyarkirina “Rengê Rêveberiyê”, “Amadekirina Hevpeymana Civakî” û “Amadekirina Qanûnên Hilbijarinê” li delegeyan hate belavkirin. Civîn piştre ji çapemeniyê re girtî dom kir. Di civînê de destpêkê li ser pêşnumaya “Hevpeymana Civakî” nîqaş û nirxandin hatin meşandin. Di encama nirxandinan de Hevpeymana Civakî bi yekîtiya dengên endaman hate erêkirin.
Sê zimanên fermî
Yek ji xalên bingehîn ên hevpeymanê derbarê ziman de ye. Li gorî peymanê li herêma Cizîrê wê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî wekî zimanên fermî bêne bikaranîn. Di heman xalê te dê gotin ku mafê hemû hindiknetewên herêmê jî heye ku bi zimanên xwe perwerdeyê bibinin.
Sîstema kantonan
Çend xalên girîng yên derbarê rêveberiya kantonan de wiha ne: Suriye dewleteke azad, demokratîk, serbixwe û xwedî îrade ye. Sîstema wê parlamenteriya demokratîk e. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşek ji Suriyeya pêşerojê ku wê li ser esasê sîstema nebûye navendî bê avakirin e. 3 kantonên rêveberiya xweseriya demokratîk (Cizîr, Kobanê, Efrîn) hene û ev beşek ji erdnîgariya Suriyê ne. Qamişlo navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ye. Ev kanton wê ji bo Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Çeçen, Misliman, Xristiyan, Êzidî hevbeş be. Têkiliyan di navbera van pêkhate û baweriyan de wê li ser esasê biratiya gelan, jiyana hevbeş û hevkariyê be. Li Kantona Cizîrê zimanên fermî Kurdî, Erebî, Suryanî ne. Li gel van fêrbûna zimanên pêkhateyên din jî tê mîsogerkirin. Têkiliya di navbera navend û rêveberiyên kantonan de, wê li ser esasê ku xweseriya demokratîk desteya xwe ya parastinê ku YPG temsîla wê ye, bê meşandin. Hevpeymana civaka tevlîbûna ciwanan a bi awayekî çalak di nava xebatên siyasî û rêveberiyê de mîsoger dike. Rêveberî li gorî zagon û peymanên navnetewî mafê mirovan û azadiyan di parêz e. Mafê jinê ye ku di nava jiyana civakî, siyasî, aborî, çandî û hemû beşên jiyanê de cihê xwe bigere û xwe birêxistin bike.
Mafên wekhevîtî
Wê hemû cudahiyên zayendî bên rakirin. Bikaranîna zarokan, zewicandina di temenê biçûk de, îşkenceya psikolojîk û fizîkî qedexe ye. Mafê ewlekarî, aramî û perwedeya bêpere yê her welatiyekî heye. Perwerdeya seretayî ji bo her welatiyekî ferz e. Her wiha mafê kar, hewandin, xanî, mîsogerkirin civakî û tenduristî, parastin û xwedîderketina dayiktî û zarokatiyê. Li herêmên xweseriya demokratîk, sîstema aborî li ser pêşxistina giştî ya wekhev a ku bingeha xwe ji pêşxistina derfetên zanist û teknolojiyê digire, tê avakirin.
Di vê sîstemê de edaleta civakî esas e, yekdestîbûn qedexe ye, her kes wê li gorî karê xwe berhema xwe bigire, bi awayekî netewî xwedî li amûrên hilberînerê tê derketin. Mafê karkeran û serfkaran wê parastin, parastina hawirdorê û xurtkirina rêveberiya wê esas be.
Biryarên hilbijartinan
Nîqaş û nirxandin li ser kar û xebatên Meclîsa Çêkirina Qanûnan û bendên ku xweseriya demokartîk li ser saz dibin hatin kirin. Piştî nîqaşên ku bend bi bebend girtin dest û ketin dengdayînê û biryar hatin standin. Biryarên hatine standin wihane: Meclîs: Meclîsa Çêkirina Qanûnan a kantonên rêveberiyê ne. Desteya Bilind a Hilbijartinan: Ew Desteya Bilind a Helbijartinane. Hilbijêr: Hemwelatiyên kantonên rêveberiya xweseriya demokartîk in( Cizîrê, Kobanê û Efrîn) û li wan jiyan dikin, sîcilên wan li kantonan heye, her wiha şertên dengdayînê têde payda bibin. Namzet: Her welatiyek ku nifûsa wî di yek ji kantonên rêveberiyê de be û namzetiya wî bi awayekî fermî ji aliyê Desteya Hilbijartinan ve bê erêkirin. Hilbijartin li her kantonekê dê li gorî hejmara kursiyên ku di qanûnê de hatiye destnîşankirin wê bêne danîn. Navenda Hilbijartinan: Cihê ku Desteya Hilbijartinan ji bo dengdayîna ku dê bi awayekî veşirtî bê kirin amade dikin. Giringtrîn armancên hilbijartinan: 1-Hilbijêr di destnîşankirina hilbijêrên xwe yên Meclîsa Çêkirina Qanûnan de cih bigre. 2-Di tevlîbûna hilbijartinan de wekhevî dê hebe. 3-Mafê Hilbijarê û namzetan bêne misorgerkirin. 4- Azadî û duristiya hilbijartinan bê misogerkirin. 5-Di dema hilbijartinan de parastina qanûnî hebe.
Pîvanên dengdanê
Ji mafê hemû hemwelatiyên herêmên rêveberiyê ku şertên di qanûnan hilbijartinan di wî de payda dibin e, bê cûdahiya zeyendî, olî, nerîn, netewî, rewşa aborî û civakî ku dengê xwe bi awayekî veşartî û azad bide. Pêwîste kesên dengê xwe bidin hemwelatiyên Sûriyê û ji herêmên girêdayî rêveberiyê bin, 18 salê xwe derbas kiribe û navê wî di sicilên hilbijêran li gorî zagonên Desteya hilbijartinan bin. Hilbijartina di heman rojê de li hemû herêman bê lidarxistin. Şertên ku divê di namzetên Meclîsa Çêkirina Qanûnan de peyda bibe, li şertên ku divê di hilbejêran de peyda dibe ev zêde dibin: Dema xwe wek namzet pêşniyar dike divê temenê wî ne kêmî 22 salan be. Pêwîste kesekî baş be û di nava civakê de bê qebûlkirin, her wiha divê tu hikumdarê sûcên ne baş e. Divê kesekî zanibe bixwîne û binivîse. Divê dema bibe namzet ne endamê hêzên leşkerî ya saziyeke ewlekariyê be.
Ji bo endambûna meclîsê
Biryar hate dayîn ku Meclîsa Çêkirina Qanûnan dê ji 101 kursiyan pêk bê. Heta ku hejmartineke fermî bê çêkirin divê her kursiyek 15 hezar deng bidestbixe. Divê nûnertiya jinan 40 ji sedî be. Di meclîsê de jî divê endamên jin ne kêmî 40 ji sedî bin. Her wiha divê di meclîsê de hemû beş û rengên civakî hebin. Sîstema hilbijartinan divê tevlîbûna netewan a li Kantona Cizîrê herî kêm li gorî nisbeta nûnertiya netewan wiha be: Ji sedî 10 endaman ji Suryaniyan bin(Aşûr, erman û Kildan). Ji sedî 10 ji endaman kurd bin. Ji sedî 10 ji endaman erbin. Ji sedî 5 ji pêkhateyên din û kesên din re bin.
Hemleya hilbijartinan
Derbarê hemleya hilbijartinan de, ji mafê her namzetekî ye ku li gorî qanûnan, ji dema erêkirina namzetiya wî ve û heta beriya hilbijartinan bi 24 saetan piroboganda xwe bike. Di dema dengdayîna elekronîk de li benda biryarên Desteyê ya ji bo dengdayînê û hijmartina dengan de dimîne. Desteya Hilbijartinan dê qanûnan pêk bîne û bi tu awayî dê li dijî qanûnan tevnegerin. Ji dema ku ji aliyê Desteya Hilbijarinan de bê erêkirin li ser saziyên çapemeniyê têne belavkirin dê têkevin meriyetê de. Hilbijartin bi awayekî azad û zelalbûneke bilind dê bêne lidarxistin.
Tevlîbûna nav rêveberiyê
Di dawiya civînê de encamnameya civînê ji aliyê Endamê Desteya Rêver a Meclîsa Çêkirina Qanûnan Ciwan Mihemed ve hate xwendin û piştre dema civîna 2'emîn a Meclîsa Çêkirina Qanûnan ku dê bi tevlîbûna piraniya endaman bê lidarxistin hate pêşniyarkirin. Mihemed, diyar kir ku deriyê tevlîbûna sazî û rêxistinan a di nava Meclîsê de heta 14'ê çile de vekiriye, her wiha desteya amadekirina Birojeyê û Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan bi awayekî hevkar hate erkdarkiirin ku Meclîsa Rêveber a Demî destnîşan bikin.
Piştî 4 mehan hilbijartin
Mihemed da xuyakirin ku dê karê Meclîsa Rêvber ew be ku komîte, sazî û dezgehên Meclîsa Rêveberî, her wiha desteya hilbijartinan diyar bikin. Mihemd, da zanîn ku dê Meclîsa Rêveber di nava dema herî zêde 4 mehan dê bi awayekî demokratîk komîte, desteyan avabikin û bi awayekî demokratîk û di bin çavdêriya Desteya Çavdêriyê bên lidarxistin û Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Daimî û Meclîsa Rêveber a Daimî bêne destnîşankirin.
AMÛDÊ