Li seranserê Rojavayê Kurdistanê cejna Newrozê hat pîrozkirin. Bi seh hezaran kes tevlî pîrozbahiyan bûn û daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman. Li bajarên Herêma Xweser a Cizîrê bi hezaran welatiyên ku cil û bergên netewî li xwe kirin, qadên pîrozbahiyê dagirtin. Şîara Newrozên îsal “Ji Rojavaya azad ber bi Sûriyeya demokratîk ve” bû. Derabe girtî bûn û dikan nehatin vekirin.


QAMIŞLO
Li Qamişlo bi hezaran kesên ji navendên bajar û gundên wê hatin ji saetên sibê ve ber bi qada Newrozê ve herikîn. Welatiyên ku cilên netewî lixwe kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên YPG,TEV-DEM, Ciwanên Şoreşger, PYD vekrin û bê navber diruşme berz kirin. Qada Newrozê bi posterên Ocalan û alên kurdî  hate xemilandin. Li aliyê din konê pêşwazîkirina mêvanan hate hate vedan. Di riya ketina qadê de jî bi 3 zimanên fermî (Kurdî, Erebî û Suryanî) pankartên bi nivîsên ''Ji bo misogeriya azadiya gelê xwe em ê heta dawî li ser nehcê şehîdan bimeşin'' û ''Bi jinên Azad ber bi Netewa Demokratîk ve'' û gelek pankartên din hatin daliqandin. Hêzên asayîşê tirafîk û ewlekariya qadê û riyên ketina qadê parastin.

SERÊKANIYÊ
Li Serêkaniyê welatî ji saetên sibê ve berê xwe dan Stadyûma Şehîd Rûstem Cûdî ku dê Newroz lê hat pîrozkirin. Welatiyên ku berê xwe dan qada Newrozê bê navber diruşmeye berz kirin. Li aliyê din hemû dikanên bajêr girtî bûn û kes neçû ser kar. Li bajarê Til Temir ku cara yekem e Newrozê lê hat pîrozkirin welatî ji bajar û gundên derdorê berê xwe dan qada Nerwozê. Jinan bi cilên xwe yên netewî û ciwanan bi diruşmeyên xwe bal dikşand. Hêzên Asayîşê û polîsên trafîkê jî ewlekarî û disîplîna tirafîkê parastin. Di pîrozbahiyan de peyamên girîng hatin dayîn.

AMÛDÊ
Ji serê sibê ve hemû dikan û navendên ji bo cejna Newrozê nehatin vekirin. Welatî jî bi cilên netewî û rengîn, bi al û sembolên kurdî ber qada Newrozê dagirtin. Newroza Amûdê saet di 09.00’an de destpêkir, di serî de koma Agirî û Hunermend Qadir Can gelek hunermend derketin ser dikê. Her wiha peyamên siyasî hatin dayîn. Li bajarê Dirbêsiyê û bajaroka Ebû Rasên kom bi kom bi cilên xwe yên netewî û rêngîn beşdarî şahiya Newrozê bûn. Welatiyan her wiha al û sembolên kurdî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Bi beşdarbûna welatiyan a şahiya Newrozê jiyan li nava bajêr rawestiya.

HESEKÊ
Li bajarê Hesekê jî ji saetên sibê ve welatî li cihê ku komîteya amadekar ji bo veguhestina qada Newrozê kom bûn û bi karwanê tirmpêlan berê xwe dan qada Newrozê. Jinan bi cilên herêmî û ciwanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alênTEV-DEM, YPJ û YPG vekiribûn, bi diruşmeyên xwe bala her kesî kişandin. Li aliyê din hemû dikanên taxa bakurê bajêr ku piraniya şêniyên wê kurd in girtîne.

GIRKÊ LEGÊ
Li Girkê Legê jî bi hezaran welatiyên bajêr bajaroka Rimêlanê û gundên Aliyan bi cilên xwe yên netewî û bi rengên xwe yên kurdî qada Newrozê dagirtin. Newroza îsal jî li stada werzîşê pêk hat. Hêzên Asayîşê bi alîkariya komîteyên dîsîplînê ji bo ewlekariya welatiyan tirimêlan kontrol dikin. Ji ber ku welatî beşdarî şahiya Newrozê dibin jiyan li bajarê Girêkê Legê û bajaroka Rimêlanê rawestiya. Welatiyên devera Koçeran a girêdayî Dêrikê Newroza xwe li Çiyayê Çox lidarxistin û bi al û sembolên kurdî bal kişandin. Welatiyan wêneyên Ocalan rakirin û durişmên dilsoziya bi hemû şehîdên Newroz û azadiyê û YPG’ê re qêriyan. Li bajarê Tirbespiyê û Dêrikê jî bi heman rengî bi tevlîbûna deh hezaran kesan cejna Newrozê hat pîrozkirin. Qadên Newrozê bi al û posteran hat xemilandin.

EFRÎN
Li bajarê Efrînê jî cejna Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre şahî bi stran û helbestên Gulîlkên Efrînê ya zarokan dest pê kir, her wiha koma Şehîd Silava ya Zarokan govend pêşkêş kirin. Peyama TEV-DEM'ê ya Newrozê hate xwendin, her wiha bername bi stran û govendên koma Çiyayê Kurmênc dewam kir. Li aliyê din jî beşdarên şahiyên bê navber durişmeyên dilsoziya bi Kobanê û YPG'ê re berz dikrin. Rêveberiya xweser a herêma Efrînê jî peyama xwe da.


KOBANÊ
Tevî êrîşên komên çete yên li ser herêma Kobanê jî bi hezaran welatiyên li Herêma Xweser a Kobanê ji saetên sibê ve berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyan bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG'ê re berz kirin. Di pîrozbahiyê de peyama bi deng a Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayîk hate guhdarîkirin. Welatiyên Kobanê ji her çar aliyên herêmê ber bi çiyayê Meşte Nûr ku pîrozbahiya Newrozê lê pêk hat ve herikîn.  Welatiyên ku cilên netewî lixwe kiribûn û alên Kurdî di destê wan de bûn dilsoziya bi YPG'ê re berz kirin. Di pîrozbahiyê de peyamên siyasî hatin dayîn û girseya gel li ber sitranan govend gerand.

NAVENDA NÛÇEYAN