Di vê peymana hevkariyê de pêş tê dîtin ku di beşên fîlozofî, înformatîk û perwerdeyê de di navbera zanîngehan de hevkariya akademîk pêk were. 

Ji beşa perwerdeyê ya zanîngeha Parîs 8´ê serokê beşa Perwerdeyê Valentin Schaepelynk ku di heman demê de pisporê perwerdeya sazûmanî ye jî ev peyman radestî Dr. Xalid Îsa kir.

Dr. Xalid Îsa der barê miajrê de ji rojnemaye me re got, ev peymana hevkariyê encama xebateke 2 salan e û piştî amadekirina vê çarçoveya berdest wê di navbera zanîngeha Parîs 8 û Akademiya Mezopotamya de di beşên felsefe, perwerde, înformatîkê de wê hebe û dibistana doktoral a zanîngehê jî wê hevkariyê bike li gel Akademiya Mezopotamya hevkariyê bike.


Mamosteyên zanîngehê diçin Rojava

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojava li Parîsê Dr. Xalid Îsa da zanîn ku di çarçoveya vê hevkariyê de pêşî wê ji van beşan komek mamoste ji bo dersdayînê biçe Rojavayê Kurdistanê û li wir semîneran bidin xwendekaran û ev koma pêşî wê di sala bê ya perwerdeyê de vî karî bike.

Li aliyê din wê xwendekar ji Franse karbin biçin Rojava û ji Rojava jî karibin biçin Parîs 8´ê. Herçî dîplomayên xwendekarên di çarçoveya vê hevkariyê xwendî de, wê bi mohrên Akademiya Mezopotamya û ya Zanîngeha Parîs 8´ê werin tesdîqkirin. Dr. Xalid Îsa bi bîr dixe ku ev destoêkek e, peymana hevkariyê jî çarçoveyeke giştî ye ku wê rengê hevkariyê diyar bike, lê ji bo bipêşxistina hevkariya akademîk a giştî hîna divê kar û xebat were kirin. 

Zanîngeha Parîs 8 yek ji 13 zanîngehên li Parîsê ye. Zanîngehek hikûmî ku di zanistên civakî de pispor e û di 1’ê Çileya 1969’an de hatiye vekirin. Piraniya xwendekarên wê jî komunîst in. 


 PARÎS