
Li bajarê Surî yê Helebê Kongreya Damezrandinê ya Xwendekarên Kurd hate lidarxistin. 250 delege beşdarî kongreyê bûn. Di encama kongreyê de Konfederasyona Xwendekarên Kurd hate damezrandin. Di kongreyê de tevî biryarên girîng yên rêxistina ciwanan, der barê perwerde û birkaranîna zimanê kurdî jî biryar hatin wergirtin.
Kurdên li Rojavayê Kurdistanê girêdayî têkoşîna azadiyê û di xebatên rêxistinkirinê de gavên girîng diavêjin. Yek ji hêza herî çalak a têkoşînê ciwan jî ji bo rola xwe bilîzîn xebatên xwe yên rêxistinkirinê berfireh dikin. Ciwanên Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê, piştî hin rêzecivîn û penç konferansên ku di demên borî de lidarxistibûn, kongreya xwe pêk anîn.Ciwanên Kurd di li bajarê Helebê yê Surî Kongreya Damezrandinê ya Xwendekarên Kurd lidarxistin. Kongre di 27´ê Adarê de pêk hat û 250 delege beşdar bûn.
Ji hemû zanîngehan delege
Kongreya ciwanan bi sirûda Ey Reqîp û rêzgirtinê dest pê kir. Paşê dîwana kongreyê hate desnîşankirin û tevî komîteya amadekar, ji her zanîngehê delegeyek di dîwanê de cîh girt. Tevî Serokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed û nûnerên rêxistinên xwendekaran gelek kes jî weke mêvan tevlî kongreyê bûn.
´Ciwan divê pêşengiya civakê bikin´
Di rûniştina destpêkê de ji komîteya amadekar Polat Can axivî û xebatên rêxistinbûnê yên ciwanan nirxand. Can rola ciwan û xwendekaran ya di nav civakê de destnîşan kir. Can anî ziman ku kongre li ser pîvan û rêbazên xurtkirina rêxistinên xwendekaran de bikaribe pêşengiya bike û di vê pêvajoya dîrokî ku çarenûsa gelê Kurd tê destnîşankirin, rol bilîze. Can weha axivî:“Ji ber ku di vê pêvajoyê de dîrok ji nû ve tê nivîsandin, divê ku xwendekarên kurd jî rola xwe bilîzin û cihê xwe di nava van guhertinan de bigirin. Bi vê rola dîrokî xwendekar dikarin weke rewşenbîran di pêşxistin û sazkirina demokrasiyê de pêşengiya civakê bikin."
Ciwanan rêxistinbûna xwe destnîşan kir
Piştî axaftinan, encamên penç konferansên berê ku ciwanan lidarxistibûn hatin nirxandin. Di nirxandinan de xwendekaran rola rêxistinkirina ciwanan, pîvan û mekanîzmayên rêxistinbûna ciwanan anîn ziman. Ciwanan bi sazkirina komîteyan, avakirina rêxistinbûneke bi heybet û xebateke çalak destnîşan kirin. Di nirxandinan de ciwanan der barê şêweya rêxistinê, nav,nîşane û hevpeymana rêxistinê, şert û mercên endamtiyê de jî pêşniyarên xwe anîn ziman.
Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz hate sazkirin
Di encama nirxandin û guftugoyan de rêziknameya hevpeymanê ku hatibû destnîşankirin, hate xwendin. Ciwanan li ser xalên rêziknameyê jî pêşniyarên xwe anîn ziman û paşê her xal yek bi yek biryar xistin dengdanê. Di encama guftugoyan de navê rêxistinê weke “Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz” hate diyarkirin û li ser sembola wê jî hate lihevkirin. Li gorî biryaran di nav sembola konfederasyonê de wê ala Mehabadê jî cîh bigire. Ciwanan slogana "Bi hev re ber bi azadî, pêşketin û dadmendiyê" jî ji xwe re esas girtin.
Komîsyonên xebatê hain sazkirin
Di konferansê de her weha komîteyên xebatê jî hatin sazkirin. Hin beşên ku komîteyên wê hatine sazkirin ev in: Komîteya pêşxistina çand û hunera kurdî, mafê mirovan, xebatên jinan, xizmeta xwendekaran, aborî, têkilî, zimanê kurdî, ragihandin, çalakiyên civakî, parastina xwezayê, tendirustî, çavdêrî û dîsplîn. Di encama nirxandinan de ji bo paşeroje xwendekarên kurd biryarên girîng wergirtin.
Di dawiya konferansê ji delegeyên hemû zanîngehan 25 kes weke koordînasyona giştî hatin destnîşankirin. Delegeyên kongreyê, ji bo Koordînatorê Giştî yê Konfederasyonê jî Polat Can bijart.
Biryarên kongreyê:
- Di hemû qonaxên dibistanê de destpêkirina xwendina bi zimanê kurdî,
- Hemû endam divê dest bi fêrbûna zimanê kurdî bibin,
- Li hemû zanîngehan ji bo vekirina navendên xwendekaran divê xebat werin meşandin,
- Ji bo vekirina enstîtuya kurdî divê xebateke çalak û berfireh were meşandin,
- Ji bo tevahiya rêxistinên xwendekar û ciwanên kurd li Rojavayê Kurdistanê platformeke netewî were sazkirin.
- Ji bo yekîtiya di navbera xwe de pêşbixin, bi hemû partî û rêxistinên kurd yê li Rojavayê Kurdistanê danûstandin pêk werin,
- Li tevahî zanîngehan pirtûkxaneyên çandî werin vekirin,
- “Mazlûm Dogan, Rustem Cûdî, Ferzad Kemenger, Leyla Qasim” weke sembolên vê rêxistinê tên qebûlkirin.
- Rêxistinê “Em beşek ji şoreşa Sûriye û şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne” ji xwe re weke helwesta siyasî destnîşan dike.
HELEB