Bi taybetî jin di rêvebirina herêmê de cihê xwe digrin. Li Rojava di gelek saziyan de pergala hevserokatî ketiye meriyetê û jin civakê ji nû de ava dikin. Berpirsiyara Yekîneya Jinan a Şaredariya Qamişloyê Helepçe Xelîl ku di nava şandeya Rojava de hatine Amedê, nirxandinên xwe yên derbarê rêveberiya heremî ya Rojavayê de ji DÎHA’yê re vegot. 

‘Li Qamişlo sedî 60 jin heye’

Xelîl, diyar kir ku di meclîsa ji bo Rêveberiya Demê ya Rojavayê de jinan roleke pir girîng girtiye û wiha pê de çû: “Jin ji bo di vê rêveberiyê de cih bigire têkoşîna xwe zêdetir bilind kir. Mînak rêveberiya şaredariya Qamişlo sedî 60’ê wê ji jinan pêk tê. Di saziyên rêveberiya rejîma Beasê de yek an jî du jin cih digirtin. Bi taybetî di mekanîzmaya biryarê de jin qet tunebûn. Lê di sîstema me de pergala hevserokatiyê ava bûye ev jî ji bo jinan pir pêşketinek baş e. 


‘Bi YPG’ê re şoreşek destpê kir’

Xelîl, got “Ji şoreşa Rojava re dibêjin şoreşa jinê; ji ber pêşî zextên rejîmê û piştre jî yên çeteyan li ser jinê zêde bû.. Pêşî bawerî bi hîza jinan nedianîn. Lê bi avakirina Yekîtiya Parastina Jinan re (YPJ) şoreşeke mezin, şereke mezin pêk hat. Bi vê re gelek tişt guherî.”

‘Mala parastinê ya jinan vebû’
Xelîl, anî ziman ku ji bo jinan Mala Parastina Jinan hatiye vekirin û ev tişt gotin: “Jinên rastî tundiyê tên, yên rastî destdirêjiyê tên, her wiha jinên rastî tundiyên cuda tên, di vê malî de tên parastin. Derfetên me pir tengin; lê ji bo jinên dixwazin kar bikin, jinên rewşa wan a aboriyê ne baş (bi rastî ji ber şer rewşa kesî nebaş e) lê dîsa jî jinên rewşa wan nebaş re bazarê vedikin. Dîsa projeya cihê ku kinc tên çêkirin û difroşin vekir. Dîsa di demên dawî de cihê şîraniyên ku ji hêla jinan ve tên çêkirin û dîsa ji hêla wan ve tên firotin hate vekirin. Niha jin li her derî cih digirin.”

‘Bendewariyên ji Bakûr’

Xelîl, diyar kir ku niha hinek zahmetiyê dikşînin; lê dîsa jî ew li berxwe didin û bendewariyên xwe yên ji Kurdên li Bakûr wiha anî ziman: “Dîsa hevalên me yên YPG û YPJ gelek cihan rizgarkirin, ji bo gel bûye moralek pir mezin. Gelek şehîdên me jî hene, bi saya serê wan şehîdan gelek deskeftiyên me hene. Bendewariyên me yên li gelê Bakûrê Kurdistanê hene. Bendewariya me ya giştî, çar aliyên me hatine dorpêçkirin, di bin ambargoyê de ne, hemû deriyên sînor li me girtine, alîkariyên ku tên şandin jî di van deriyan de bi zor û bela tên berdan.  Lê li ber difna gel çete tên biçek kirin, di sînor de bi hêsanî diçin û tên. Em çima ji wan re nabêjin ‘rawestin’. Bendewariya me ya herî mezin a ji gelê me yê Bakûrê Kurdistanê ev in. 

DÎHA/AMED