
Kovara Rê ya çandî ya du mehane, bi hejmara xwe ya ewil derket pêşberî xwendavanên xwe. Kovara Rê, bi du zimanan ango Kurdî û Erebî derdiçe.
Sernivîskarê beşê Kurdî Xoşman Qado armanca kovarê bi sernivîsa Çima Rê wiha rave dikin: “Me xwest em dest bi projeyekê bikin da ku bibe destpêka rêyekê ber bi civandina çandê di çarçoveyekê de ve ne îdeolojî û ne girêdayî alîyeke siyasî yan neteweyî; çandek di kovarekê de civandî, her wisa ronîyê bidin ser hemû celebên çandê: Şano, roman, helbest, şêwekarî, werger, sînema û pirtûkan, çi ku di rêya van celeban re em dê civakê ber bi rêzgirtina çandê ve bibin da ku em teqez bikin her çandek ciyewazîyek wê ya taybet heye, lê di heman demê de hemî çand di çemekî de dighêjin hev da ku nerîna me ji cîhanê re ava bike.
Tiştê ku em dixwazin di rêya kovara Rêyê re teqez bikin ew e dîyarkirina geşbûna çandê û li himber derketina çanda tunekirinê ya ku li gorî rewşa Sûrî ya heyî çi sûdê jê nagrin.”
Naveroka kovarê
Di kovarê de Evdo Şêxo hevpeyvînek li gel nivîskar Dilawer Zeraq çêkiriye. Di hevpeyvînê de nivîskar Dilawer Zeraq pirsên derbarê helbest û wergêriya Kurdî de dibersivîne û her wiha qala xebata xwe ya dawî ya “Ferhenga Biwêjan dike”
Her wiha Evdo Şêxo bi nivîsa xwe ya “Rewşenbîrê Tundrê” kesên ku xwe wekî “rewşenbîr” pênase dikin û li dijî desketiyên Kurdan tevdigerin, analîz kiriye.
Hekîm Ehmed bi nivîsa xwe ya “Kevintirîn Jêdera Rêzimana Kurdî” behsa Pirtûka Elîyê Teremaxî “ Destûra Zimanê Erebî bi Kurdî Digel Hinde Nimûneyêd Farisî û Kurdî” dike û ji bo pirtûkê dibêje: “Ji jêderên herî kevin di pirtûkxaneya Kurdî de ye, belkî lêkolîn ti salê bi zelalî ji me re destnîşan nekin lê ev pirtûk berî sedên salan cihê xwe di nav xwendekarên Kurd de girtiye.”
Hisên Zêdo bi gotara “Ceng Qerebalixê Zêde” û Ciwan Qado jî bi helbesta “Helbestin Bijartî” di kovarê de cîhên xwe digirin.
Ji Fransî û Îngilîzî wergêrî
Ibrahîm Xelîl çîroka Guy de Maupassant ya Textê Jimarê 29 ji Fransî bo Kurdî wergerandiye. Her wiha Bihar Mirad jî gotara Haward Shalwitz ya “Heft Sedemên Ku Kirasê Girîngîya Şanoyê Didirûn” ji Îngilîzî bo Kurdî wergerandiye.
Her wiha kesên ku dixwazin bi kovarê re têkilî deynîn, dikarin ji navşîna: Re.magazine2016@gmail.com, xwe bigihînin kovarê.
QAMIŞLO