
Tevî hemû zehmetiyan jî bi dehan zimanzan û nivîskar li Rojavayê Kurdistanê derketin, bandora xwe li zimanê Kurdî li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê kirin wek Cegerxîn, Osman Sebrî, Tîrêj û Deham Ebdulfetah û her weha gelek kesayetên din.
Tevî rewşên zehmet û siyasetên nîjatperest ên rêjîma Baas jî car din gelê Rojava xwedî li zimanê xwe derket û hewl da zimanê xwe ne tenê biparêze li pêş bixe jî. Çiqas berxwedan hebû jî li dijî polîtîkayên tunekirinê , lê ziman li Rojava tenê bibû zimanê axaftin, dan û standinê. Nivîs û pirtûkên bi Kurdî pir kêm derdiketin, kesê ku dinivîsandin berê xwe dan zimanê Erebî. Vê yekê bandora xwe ya neyînî li zimanê Kurdî kir.
Xebatên zimanê Kurdî di warê takekesî de ma. Partî û tevgerên siyasî belavok û kovarên xwe bi Erebî dinivîsîn, carna û pir kêm pirtûk li derveyî welat hatin çapkirin an kovarên her 3 meh carekê derdiket û bi dizî dihatin belavkirin. Di salên 1990’an de û piştî ku tevgera azadiya Kurdistanê di qada Rojava de aktîf bû, dest bi dersên zimanê Kurdî hate kirin û gelek axaftinên Kurdî ketin şûna yên Erebî de.
SZK hate damezrandin
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di sala 2007’an de ji aliyê komek mamosteyên welatparêz ve hate avakirin û xebatên xwe jî bi veşartî meşandin. SZK, li gundekî Kobanê di konferansa yekemîn de ku bi awayekî veşartî li malekê û bi beşdariya 65 kesan pêk hat û Saziya Zimanê Kurdî hate îlankirin. Piştî konferansa ku biryarên birêxistinkirin û vekirina dewreyan hatin girtin, di serî de li bajarên Rojavayê Kurdistanê, li Şam û Libnanê jî di malan de dewreyên ziman hatin dayîn.
Konferansa SZK ya 2’yemîn bi beşdariya 50 mamoste û xebatkarên ziman di sala 2009’an de li bajarê Helebê hate lidarxistin, careke din di konferansa ku di nava rewşeke pir zehmet de hate lidarxistin de, li ser kêmasiyên di kar xebata 2 salan de hate rawestîn, biryar hate standin ku berxwedana ziman li Rojavayê Kurdistanê were xurtkirin û li dijî siyaseta tunekirina zimanê Kurdî rêze çalakî werin lidaxistin. Di konferansa ku di rewşeke pir zehmet de hate lidarxistin de, careke din biryarên girîng ku karibin bi hêviya gelê Kurd xebat bikin û seferbelî hate îlankirin.
Ev xebatên ku heta Adara 2011’an, ango heta destpêkirina şoreşa gel a Sûriyeyê dom kirin, bingehê dibistanên zimanê Kurdî ava kir. Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re pêkutiyên rejîma Baas jî kêm bûm, lewre ji bo xebatên ziman jî derfet zêde bûn. Di nava vê demê de SZK’ê ji bilî bajarê Helebê, li bajarên Rojavayê Kurdistanê yên wekî Efrîn, Qamişlo, Kobanê, Hesekê, Dêrik, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Girkê Legê û Tirbespiyê sazîbûna xwe pêk anî.
Dibistan hatin vekirin
Piştî ku şoreşa azadiyê ya gelê Sûriyeyê di 15’ê Adara 2011’an de li Sûriyeyê destpê kir, gelê Kurd ku bi hemû hêza xwe ji Efrîn heta Dêrikê kete nava şoreşê, dest bi meş û çalakiyên cûda kir. Gelê Kurd yekem dibistana Kurdî li Gundê Diraqiyê ya Navçeya Şera ya Efrînê vekir, li vê dibistanê dest bi xebatên ziman hate kirin, wê demê rayedarên dewletê hewldanên xwe kirin ku vê dibistanê bigirin, lê bi îsrara gelê Kurd û xebata bê rawestan gelê Kurd karîbû dibistanên Kurdî li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê veke û zimanê Kurdî kete warê fermîbûnê.
Di encama van xebatan de ji 100’î zêdetir dibistan hatin vekirin û ji 7 salî heta 70 salî ji bo hemû beşên civakê perwerde hatin dayîn. Di van perwerdeyan de alfabeya Kurdî ya latînî hate bikaranîn û bi zimanê dayîkê xwendin û nivîsandin hînî welatiyan hate kirin. SZK’ê di sala 2011’an de dîsa li bajarê Helebê konferansa xwe ya 3’yemîn lidar xist û biryara berfirehkirina xebatên ziman stand.
Piştî ku di 19’ê Tîrmehê de gel ji Kobanê destpê kir û li gelek bajaran rêveberî dest xist, di warê ziman de jî pêngavên girîng hatin avêtin û sazîbûna mayînde pêk hat. Bi vê pêngavê re xebatên ziman êdî ji Kurdistanê hatin birêvebirin û li tevahiya Rojavayê Kurdistanê hatin belavkirin. Lê ji ber elaqeya zêde ya gel pêdiviya mamosteyan derket holê. Ji bo ku ev pêdivî bê bicîhanîn, ji bilî perwerdeyên fêrkirina ziman, perwerdeya gihandina asta mamosteyan jî hate dayîn. Namzetên mamosteyan jî dîsa ji nava welatiyên ku tevlî perwerdeyên ziman bûne hatin hilbijartin. Di nava 4 mehan de zêdetirî 500 mamoste hatin amadekirin û li dibistanên ku li gund, navçe û bajaran hatine vekirin, hatin peywîrdarkirin.
Yekîtiya Mamosteyan
Saziya Zimanê Kurdî ku her roja xebatên xwe pêşde bir, di Gulana sala 2012’an de li bajarê Amudê konferansa xwe ya 4’emîn lidar xist. Di vê konferansê de biryarên weke, “mayîndekirina sazîbûnê, avakirina yekîtiya mamosteyan û derxistina kovara ziman” hatin girtin. Di çarçoveya van biryaran de di meha Kanûna sala 2012’an de Yekîtiya Mamosteyan hate avakirin. Hedefa SZK’ê ya sala 2013’an jî mezin e. Sazî armanc dike ku di nava vê salê de ji bilî dersên ziman, dersên weke, “Çand û Exlaq, Zanist û Civak, Erdnîgarî, Dîrok, Bîrkarî, Civaknasî, Pîsîkolojî” bi zimanê Kurdî bide. Ji bo ku di vê mijarê de pêdiviya mamosteyan bên amadekirin xebatên cidî tên meşandin.
SZK ku zimanê Kurdî di dibistanên fermî de da meşandin, rastî biryarên qedexekirin û astengiyên rêjîma Baas hatin, rayedar û mudurên dibistanên bi biryara wezareta perwerdeyê li Sûriyeyê deriyê dibistanan girtin û xwendekar vegerandin malên wan. Lê car din bi îsrara mamoste û xebatkarên SZK’ê deriyê dibistanan hate vekirin û bi alîkariya xwendekarên Kurd dersên xwendekaran hatin dayîn û dibistanan li Rojavayê Kurdistanê domkir.
Li bajarokê Rimêlan a Girkê Legê di 23’ê sibata 2013’an de, ji aliyê alîgirên Baas ve dibistana Cela'i ya ku perwedeya bi Kurdî lê hatibû destpêkirin, hate şewitandin û hewl hate dayîn ku zimanê Kurdî were qedexekirin.
Li Kobanê yekem car SZK’ê ji destpêka salê de, di 18 dibistanên fermî de dest bi zimanê Kurdî kir. SZK’ê ku dersên Kurdî li 18 dibistanên Kobanê û 5 gundên derdorê da destpêkirin, ezmûnên navîn lidar xist. Li hemû dibistanên asta seretayî û navîn ên Kobanê ezmûnên zimanê Kurdî ji 13 hezar xwendekaran re hate lidarxistin.
DILYAR CEZÎRÎ
SZK’ê kartên vexwendinê belavkir
Li bajarê Dêrika rojavayê Kurdistanê Endamên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) kartên vexwendina tevlêbûna şahiya Roja Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê li welatiyan belavkirin. Bi munasebeta 15’ê Gulanê roja zimanê Kurdî li 9 bajarên Rojavayê Kurdistanê dê şahî werin lidarxistin. Yek ji van 9 bajaran Dêrikê ye, ku wê şahî di 15’ê Gulanê saet di 15.00’an de bi tevlêbûna komên Roj, Cûdî, Şehîd Mizgîn û Kulîlkên Azadî, her wiha hunermend Hejar Elanî û Mistefa Hesen were lidarxistin.
Endamên SZK’ê li bajêr kertên vexwendinê li welatiyan belav kirin. Têkildarî mijarê Mamosteyê Zimanê Kurdî Îmad Mişo diyar kir ku SZK’ê kertên vexwendinê li welatiyan belavdike ji bo ku welatî bi girseyî tevlî şahiya roja zimên bibin. Mişo, bang li welatiyan kir ku tevlî şahiya wan bibin.
DÊRIK