
Parlamenterê Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê Beat Jans di biwara PKK û şoreşa Rojava de fikrên xwe ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re gotin. Jans got, PKK tevgera azadiyê ye û weha dewam kir "Sîstema Rojava, ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn yekane modela alternatîf e."
'Kurd ji bo gelan şer dikin'
Jans da xuyakirin ku di nava kaosa mezin a li Rojhilata Navîn de, yekane hêza ji bo siberoja gelan şer dike û hebûna sîstemeke alternatîf pêşkêşî gelan dike, di şexsê YPG û YPJ'ê de Kurd in. Jans got, ji bilî Kurdan kes sîstemeke alternatîf pêşkêşî gelên li herêmê nake û weha peyivî: "Hêza ku demokrasî û azadiyê bîne Rojhilata Navîn Kurd in. Û li wê derê, li dijî DAIŞ´a ku dixwaze nirxên mirovahiyê tine bike, Kurd bi xurtî têdikoşin. Ev yek ji aliyê her kesî ve tê dîtin û divê were dîtin."
'Rojava moraleke mezin e'
Jans berxwedana Kobanê bi bîr xist û got, Kurd ne bi tenê ji bo siberoja xwe şer dikin û weha axivî: "Ev berxwedan di heman demê de şerekî mezin bû ji bo mirovahiyê. Ya li wê derê bi ser ket, nirxên mirovahiyê bûn. Li Kobanê şerê demokrasî û azadiyê hat meşandin. Hemû nirxên mirovahiyê yên ku çeteyên DAIŞ'ê xwestin ku tine bikin, ji aliyê Kurdan ve hatin parastin. Di encama berxwedanê de destketiyên derketin holê, ji bo mirovahiyê bûn moraleke mezin."
'Kurd sînorên demokrasiyê temsîl dikin'
Jans got, çeteyên DAIŞ'ê tevî komkujiyên li hemberî gelên ji baweriyên cuda, her wiha dixwazin mîrateya çandî ya li herêmê jî tine bikin, û xwest ku Kurdên li hemberî rêxistineke bi vî rengî ya dijminê mirovahiyê şer dikin, werin destekkirin. Jans got, weke Partiya Sosyalîst a Swîsreyê ji destpêka vê pêvajoyê ve ew her tim li cem Kurdan in, û weha peyivî: "Kurd li Rojhilat Navîn sînorê demokrasiyê temsîl dikin. Kurd têkoşînekê dimeşînin ku dikare ji gelên li cîhanê re bibe mînak."
'PKK tevgera azadiyê ye'
Jans destnîşan kir ku PKK ji bo wî tevgereke azadiyê ye û diyar kir ku ragirtina PKK'ê di lîsteya 'terorê' ya hin dewletan de biryareke şaş e. Jans got, "Tevî ku ez her tişta PKK´ê destek nakim jî, ez wan weke şervanên azadiyê dibînim."
'Swîsre dikare bibe çavdêr'
Jans, pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin jî nirxand. Jans bi bîr xist ku pêşniyarnameya Partiya Sosyalîst a ji bo hikûmeta Swîsre bibe welatê çavdêr ji aliyê hikûmetê ve hatiye qebûlkirin û anî ziman ku eger alî bixwazin Swîsre wê bibe welatê çavdêr. Jans ragihand ku divê ev pêvajo bi aştiyê bi encam bibe. Jans bal kişand ser girîngiya serketina vê pêvajoyê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û got, "Di vê pêvajoyê de di serî de Kurd divê hemû mafên gelên din bi destûra bingehîn werin ewlekirin."
'Ji bo demokrasiyê divê HDP were destekkirin'
Jans da zanîn ku HDP ji bo gelên Tirkiyeyê şensekî mezin e û diyar kir ku ji bo demokrasî, wekhevî û azadiya li Tirkiyeyê girîng e HDP were destekkirin. Jans bi taybetî bang li hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê kir ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, di navbera 8-31'ê Gulanê de li Serkonsolosiyên Zurîx, Cenevre û Bernê dengê xwe bidin HDP'ê.
Banga ji bo Atici
Jans hilbijartinên parlamenteriyê li Swîsreyê jî bibîr xistin û ji hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê xwest ku destekê bidin Partiya Sosyalîst. Beat Jans weha peyivî: "Di hilbijartinên meha Cotmehê de ji partiya me, namzetê bi Kurd Mustafa Atici yê ji Baselê divê were destekkirin. Eger ew bê destekkirin wê were parlemanê û bi vî rengî Kurdek wê li Parlemana Federal bibe wekîlê me."