Li Kantona Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê yekemîn kongreya tendirûstiyê pêk hat.
Doktorên dil yên li Bakûr-Rojhilatê Sûriyê, Doktor Zeyneb Binîcî ji Denîmarka, Îvan Osê û Selam Hisên ji Hewlêrê û xwendekarên akademiya tenduristiyê ya Rojava di kongrê de amade bûn.
Dr. Ciwan Mistefa axaftina vekirina kongreyê kir. Mistefa destpêkê bixêrhatina hemû Doktor û mêvanan kir û got, "Di bin şert û mercên herî zor û zehmet de lidarxistina kongreyeke pisporî ya li Bakûr-Rojhilatê Sûriyê, wê peyamê dide ku di pêvajoya 8 salan de têkoşîneke gelekî mezin kirine."
Paşê, têkildarî nexweşiya dil Dr. Zeyneb Bînîcî, Dr. Mihemed Elî û Dr. Ekrem Rustem Semîner dan. Di Kongreyê de 13 semîner ji bo sedemên nexweşiyên dil ji aliyên doktor û xwendekarên Akademiya Tenduristiyê ya Rojava ve hatin dayin.
QAMIŞLO