
Li Dêrika Hemko bi dîwarên Dibistana Şehîd Dîcleyê ve wêneyên ji Mehabad û Urmiyeyê bigire heta, Amed û Dêrsimê hema bibêje li her aliyek ên Kurdistanê û yên gerîlayên ji Dêrikê hene.
Ev yek jî nîşan dide ku ciwanên Dêrikê li her aliyên Kurdistanê tekoşînê dimeşînin. Her wiha, hindurê dibistanê jî bi rengên kesk sor û zer hatine xemilandin. Li Qamişloyê Dibistana Şehîd Reşo, li Kobaniyê Dibistana Şehîd Osman, ev dibistan jî wek ya Şehîd Dîcleyê ne. Êdî zarok û xizmên van gerîlayan di van dibistanan de rûdinin û fêrî zimanê xwe dibin.
Çand û zimanê Kurdî tê hînkirin
Di dibistanên Kurdî de, ligel zimanê Kurd, çanda Kurdî jî tê hînkirin. Her dersek bi qasî demjimêrekê diajo. Di dibistanan de jî helbest û mûzîk jî têne hînkirin. Mamostayên Kurdî Rengîn û Bêrîvan agahî dan me: “Ev demek dirêj e ku ev çalakiyên wiha li vê parçeya Kurdistnaê pêk nehatine. Ji ber wê jî beşek mezin a gel, bi taybet ciwan ji zimanê xwe dûr ketine. Ligel Kurd, em dersa çanda giştî jî didin. Em ji silavdayîna Kurd bigire heta hemû tiştên Kurdî fêr dikin. Em di dersan de mûzîk û helbestên Kurdî jî hîn dikin. Ciwan bi taybet ji Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Seydayê Cigerxwîn hes dikin.”
Dara rewşa dibistanan ji nêz ve dişopîne, der barê zoriyên ku pêre rû bi rû dimînin de got; “Ji bo peydakirina ciheke baş û bi kirê, me gelek zorî kişand. Helbet destekê didin me. Lê cihên ku bi kêrî dibistanan bên tune ne.”
Her çendî yekemîn çapxaneya Kurdî li vir hatiye avakirin, lê demek dirêj e ku li rojavayê Kurdistanê Kurdiya akademî nehatiye hînkirin. Ji ber wê jî di dibistanên niha de ziman û çalakiyên çandî têne hînkirin. Mamosta jî pêşekiyê didin kursên xwe.
Beşdabûn zêde ye
Gava em têkildarê beşdarbûna dibistananên Dirbesiyê bi Mezlûm re axivîn, ev agahî da me; “Beşdarbûneke pir zêde heye. Lê belê kapasîteya ref û dibistanan têrê nakin.” Mezlûm diyar kir ku piraniya xwendekaran keç in û got; “Xort jî gelek ji wana ji ber zextên siyasî û aborî çûne derveyê welat. Ji ber wê jî piraniya wan keç in. Heta xwendekarên 45 salî jî hene.”
Ji bo fînansekirina dibistan û navendên çandê, TEV-DEM û ciwanên Kurd li zeviyan pembû kom dikin û bi dildarî dixebitin. Di van demên dawiyê de li bajarên Rojavayê Kurdistanê gelek dibistanên Kurdî û navendên çandê hatin vekirin. Êdî li Şam û Helebê jî dibistanên Kurdî hene. Lê ev dibistan heta niha jî nebûne qanûnî.
BARZAN ÎSO - ANF-KOBANÎ