Li herêmên Krasnodar û Stavrapolê yên Rûsyayê Kurdan konferansên ‘avakirina ji nû ve’ li dar xistin. 

Kurdên li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê, ji bo rêxistinbûna xwe xurt bikin, hin civîn û konferans li dar xistin.

Armanca konferansa li bajarê Krasnodarê ew e ku otonomiya neteweyî û çandî ava bikin û li ser van tiştan otonomiya navendî ava bikin. Ji navçeyên herêma Krasnodarê Korenovsk û Tîmoşevsk û ji taxa Goryaçî Klyûçê nûner û mêvanên ji Moskov û Komara Xweser a Adigeyê beşdar bûn.

Du otonomî li Krasnodarê û Korenevskê

Beşdarên konferansê li ser kêşeyên civakî yên Kurdên li dîasporayê nîqaş kirin û biryar dan ku li herêmê du otonomiyan ava bikin. Yek jê otonomiya Krasnodarê û ya din jî ya navçeya Korenevskê.

Di vê civînê de rêveberiya otonomiya çandî û neteweyî ya Kurdên li Krasnodarê hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiya otonomiyê Nûra Tîtale Aşîrî û Îşxanê Aslanê Ankosî, ji bo alîkariya hevserokatiyê jî Elmîra Manaf Gasanova û Aliye Barî Aliyev hatin hilbijartin. Di heman demê de meclîsa ji 13 kesan jî hat hilbijartin. Di civînê de biryar hate girtin ku meclîs di demeke nêz de bicive û karbeşiya xwe bike.

Di civînê de beşdarên têkildarî kêşe û xebatên wê werin kirin, pêşniyazên xwe kirin û li ser têkilîdanîna bi gelen din re nîqaş hatin kirin.

Ji bo Novoaleksandrovskê jî otonomî

Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê konferansa avakirina otonomiya Kurdan a Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya navçeya Novoaleksandrovskê li dar xist. Ev konferans bi beşdariya delegeyên 12 gundên Novoaleksandrovskê hate lidarxistin. Pêkhateyên civînê ji nav xwe du hevserok û du alîkarên hevserok û meclîsa otonomiyê ya 15 kesan hilbijartin. Piştî civînê di encama minaqeşeyan de plansaziya xebatan hate kirin. 


 RÛSYA