Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Hannoverê bi civînekê Komina Eyaleta Soksonya Jêrîn a Tev-Çandê hat ragihandin.

Ji dewrûberên Hannover, Kasel û Salzgîtterê ji komîsyonên huner û çandê yê Meclîsan 23 kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de ji bo şehîdên demokrasî û şoreşê rêz hat girtin. Piştî ku dîwana ji 3 kesan hat hilbijartin, der barê rojev û pêvajoya siyasî de axaftin hatin  kirin. Paşê bi hilbijartinê ji bo govendê 2, Salzgîtter 2, Hannover 2, Kassel, Hameln, Navenda Çanda Êzîdxanê, Nienburg, Celle, Walsrode û ji bo Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê berdevkek hat diyarkirin. Di dawiyê de Hozan Seyidxan der barê çand û hunerê de axaftineke berfireh kir.

HANNOVER