
Kurdên li paytexta Sûriyê Şamê li taxa Zorava bi şahiyekê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir.
Li ser navê TEV-DEM, Meclîsa Taxa Zorava, Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan, axaftin hatin pêşkêşkirin. Axaftvanan behsa rola şoreşa Rojava û bicihanîna ruhê berxwedana gel jî kir û salvegera damezrandina PKK´ê pîroz kir.
Piştî axaftin bi dawî bûn, Koma Şehîd Serhed gelek stranên şoreşgerî û folkolorî pêşkêş kirin. Koma Şano ya Zarokan jî şanoyek pêşkêş kir, gelek helbest jî hatin xwendin.
Şahî bi gerandina govendê di nava durişmeyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi dawî bû.
ANHA / ŞAH