Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li Serêkaniyê, Kobanê û Rimêlan şer û pevçûnên di navbera yekîneyên wan û komên çete de didome. YPG’ê diyar kir ku di encama pevçûnan de bi dehan çete hatine kuştin.
Di daxuyaniya YPG’ê hat diyarkirin ku komên çete yên Dewleta Îslamî Iraq û Şam/El Nusra bi alîkariya tabûrên Artêşa Azad di bin siya Koalisyona Sûriyeyê ya hêzên Muxalefetê de, êrîşî gundên herêmên rojavayê Kurdistanê dikin û hewl didin li herêmê şerê navxweyî derbixin û armanca wan ewe ku gelê kurd tune bikin.
YPG’ê diyar ku yekîneyên wan jî erkên xwe yên parastinê bi cih anîne û li dijî êrîşan berxwedaneke bêhempa dane nîşan û derbeyên giran li çeteyan xistine.
Di daxuyanî de hat gotin ku komên çete yên li herêma rojhilatê Kobanê êrîşî gundên Mehmûdiyê û Susikê kirine, di encama bersivdayîna yekîneyên YPG’ê de xwe paşve kişandine, di pevçûnan de 21 endamên komên çete hatine kuştin û wesayîtek bi doçka bi tevî kesên tê de jî hatiye ruxandin, çekek, bêtêlek û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Serêkaniyê jî bi taybet li herêma Til Xelefê yekîneyên YPG’ê bi hawan û rokêtan êrîşî baregehên komên çete kirine û derbeyên giran liwan xistine.
YPG’ê aşkera kir komê çete li Rimêlan nê jî xwestine bi maşineya bombe barkirî êrîşê saziya sivîlan bikin, lê ji ber hişyariya Asayîşê, çete negihîştine saziya sivîlan û di encama teqîna 2 wesayîtên bombekirî de 4 ji endamên komên çete hatin kuştin, 2 endamên Asayîşê û welatiyekî jî şehît ketiye.
QAMIŞLO/SERÊKANIYÊ