Bajarê Şedadê 50 kîlometreyan li başûrê Hesekê ye. Ji bilî navenda Şedadê bi sedan gund li herêmê hene. Çeteyên DAIŞ’ê Şedadê piştî Reqayê wekî navendeke xwe ya sereke bi kar dianî. 


Mayîn têne paqijkirin

Hêzên QSD’ê piştî rizgarkirina bajêr dest bi paqijkirina herêmê ji mayînên çeteyan kir. Li ser mijarê Endamê Rêveber ê Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD’ê Ebdulezîz Yûnis diyar kir ku hîn li herêmê gelek cihên ne ewle hene.

Hêzên QSD’ê bê navber xebatên xwe yên lêkolînê jî didomînin. Gelek caran çeteyên ku xwe wekî sivîlan nîşan didin, derbasî herêmê dibin. Lê tevî hemû metirsiyan li herêmê jiyana asayî serwer e û rojane welatî vedigerin malên xwe.

Derbarê vegera welatiyan de Yûnis got, herêma Şedadê gelekî fireh e û li herêmê şaneyên DAIŞ’ê yên razayî hene û ev agahî dan: “Lê heta niha ji sedî 30’yê welatiyan vegeriyane malên xwe û jiyana xwe ya asayî didomînin.”


Firin temîr kirin, navenda avê tê temîrkirin

Hêzên QSD’ê ji bilî paqijkirina herêmê ji mayînan, bê navber di nava hewldanan de ne ku saziyên xizmetgozarî vebikin û bixin xizmeta welatiyan de. Firina navendî ya bajar ji aliyê komên çete yên DAIŞ’ê ve hatibû şewitandin. Hêzên QSD’ê bi alîkariya Buroya Zumhêr a Hesekê alternatîfa firina navendî, firina taybet a çeteyan ji bo emîr û endamên xwe nan tê de çêdikir temîr kir û xistin xizmeta hemû welatiyên herêmê û bi vê yekê pirsgirka nan li herêmê hatiye çareserkirin.

Çeteyan gelek alavên navenda paqijkirina ava vexwarinê ya Şedadê jî dizîbûn û navend talan kiribû. Hêzên QSD’ê bi alîkariya saziyên Rêveberiya Xweser hewl didin ku vê navendê temîr bikin. Niha jî depoyên avê li herêmê digerin û avê digihînin welatiyan.


Dewrkirina rêveberiyê

Piştî herêm hat rizgarkirin, buroya têkiliyên giştî ya QSD’ê civînan ji gel re li dar dixe û girîngiya damezirandina meclîs û komînan ji wan re vedibêje. Di civînan de ji gel tê xwestin nûnerên xwe destnîşan bike, lewre Meclîsa demî ji wan tê avakirin û rêveberiya herêmê wê dewrî wan were kirin.


Ciwanên Şedadê beşdarî QSD’ê dibin

Ciwanên herêma Şedadê ji ber berxwendanê tesîr li wan kir, bi refan beşdarî nava refên QSD’ê dibin. Di 10’ê Nîsanê de dewreye perwedeyê ya bi navê “Şehîd Hecî Xan” bi beşdarbûna 200 ciwanan dest pê kir.

Yûnis, her wiha da zanîn ku ew wekî hêzên QSD dê ji bajar derkevin û wehapeyivî: “Hêzên me rizgar dikin, paşê rêveberiyê radestî xelkê herêmê dikin. Civak jî wê xwe li gorî sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe bi rê ve bibe.”

Yûnis herî dawî ji şêniyên herêmê xwest ku hem ji bo bi pêşxistina xizmetguzariyê û hem jî di warê ewlekariyê de jî bi wan re alîkar bin.



DILŞAD CÛDÎ / DILYAR CIZÎRÎ / ANHA / HESEKE