Beriya bi 6 rojan, dewleta Tirk dest pê kir gundên li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê yên devera Şehbayê top baran bike. Pê re jî çeteyan ji bakurê sînor êrişî van gundan kir. Ev deverên di destê çeteyên DAIŞ´ê de piştî ku ketin destê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê, operasyona derxistina gundiyan ji deverê destpê kir. Nexasim jî Tugaya Siltan Mûrad yekser li van gundan gefan li gundiyên Kurd dixwe û dibêje, nabe hûn li vir bimînin.

Çavkaniyên herêmî ji herêmên Şehbayê radigihînin ku hêzên AKP’ê ji 5 rojan ve gundên herêmên Şehbayê yên nêzî sînorê Tirkiyeyê û rojhilatê Ezazê topbaran dikin. Di encama topbaranê de ji bilî texrîbat û koçberkirina bi darê zorê bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndarkirin. Heta niha nûçeya kuştina 3 jê zarok a 6 kesan ku 5 ji wan ji yek malbatê ne, hatiye piştrastkirin: Hêzên Tirkiyeyê 31’ê Adarê gundê Til Şiîr yê li rojhilatê Ezazê topbaran kiribû û di encamê de Ehmed Qere Hesen, hevsera wî Edla û 3 zarokên wan û kesekî din jiyana xwe ji dest dabû kesek jî birîndar bûbû.


El-Nusra dikeve şûna DAIŞ´ê

Li aliyê din, malbatên ku ji van gundan bi darê zorê hatine koçberkirin jî, gihiştin Kantona Efrînê û vê qira etnîk a li devera Şehba jî pê re piştrast dikin.   

Rojnamevan Ezîz Koykuoglu yê ku em pê re peyivîn got, gundên hatî topbarankirin Til Şiîr, Ceka, Dûdiyan, Qeregoz, Toqilî, Mirîgil, Til Betala bakur, Kemaliyam Kirdîş, Tat Himis, Ehmediya û Kemaliya ne û ji sedî 80´yê şêniyên van gundan Kurd in, ji sedî 10 Ereb û ji sedî 10 jî Tirkmen in. Ev gund di navbera mesafeya 24-26 km li rojhilatê Ezazê û di navbera 3 ta 5 km de jî nêzî sînorê Tirkiyeyê ne.

Hem çavkaniyên herêmî û hem jî rojnamevan Ezîz Koyluoglu piştrast dikin ku topbarana Tirkiyeyê bi armanca alîkarîdayîna komên Sultan Murad, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, Tugaya El-Hemza, Feylaq El-Şam, Ceyiş El-Mucahidîn, El-Cebha El-Şamiya û tabûrên El-Sefiwa pêk tê. 


Tirkiye qira etnîk birêxistin dike

Li vir meseleyeke din a girîng ew e ku, Tirkiyeyê devera şer lê qewimî li aliyê xwe yê sînor weke herêma eskerî berê ragihandibû û niha komên çete li vê herêmê bi awayekî serbest di ser sînor ve êrîşên xwe pêk tînin. Koyluoglu ev rewş weke, “Ev êriş ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêxistinkirin” nirxand û bal kişand ser desteka bi balefirên şer a ji aliyê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê. Li ser pirsa ka gelo, mirov di warê siyasî de dikare vê rewşê çawa binirxîne, Koyluoglu got, “Weha diyar e ku Emerîkayê avakirina herêmeke tampon a sînordarkirî heta bi Rayê, hesabê 10 kîlometroyan dirêj erê kiriye.”  


Tirkiye ji bo Kurdan koçber bike topan dibarîne

Li ser awa û birêvebirina qira etnîk li dijî Kurdên devera Şehbayê, Koyluoglu û çavkaniyên ji herêmê îşaret bi serkêşiya Tugaya Siltan Murad kir û got, Tirkiye bi hênceta şerê li dijî DAIŞ´ê sînor û deriyên xwe ji komên çete re vekiriye. Ji bo dewra Tirkiyeyê di qira etnîk de rave bikin, çavakaniyên erêmê dibêjin, topbarana Tirkiyeyê herî zêde bi wê armancayê ku urdan ji van gundan bike der û bi tenê Tirkmen û Ereb li wan bimînin. Jixwe malbatên pêşî yên koçber jî vê agahiyê piştrast dikin.


LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN





Çeteyan êrişî Eyn Îsa kir


Navenda Çapemeniya YPG’ê doh daxuyaniyek da û diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herêmên Eyn Îsa kirine û çeteyên ser bi mixalefeta Suriyeyê êrişî taxa Şêxmeqsud a Helebê kirine. Navendê destnîşan kir ku YPG’ê jî li hemberî çeteyan operasyonek li dar xistiye. 

Li gorî daxuyaniyê 3’yê Nîsanê di navbera saetên 11.30 û 12.00’an de, 4’ê Avrêlê jî di navbera saetên 05.00-05.45’an de DAIŞ´ê bi çekên giran du êrîşên cuda birin ser bajarokê Eyn Îsa. Komên çeteyan heman rojê di navbera saetên 05.00 û 06.00’an de jî bi çekên giran êriş biriye ser rojhilatê bajarokê Eyn Îsa. Lê der barê encamên êrişê de agahiyên berferehtir nehatin dayîn.

YPG´ê li ser êrişên komên çete yên weke Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê jî got, “Hêzên me 3’yê Nîsanê li dijî komên çeteyan ên ku dixwestin ji herêma Seken Şikeyf êrişê bibin ser taxa Şêxmeqsud operasyonek lidar xistin. Di operasyonê de çeperên çeteyan bi awayekî bi bandor bûn hedefa hêzên me. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.”

Li aliyê din çavkaniyên herêmê didin zanîn ku li aliyê Deyre Zorê hêzên QSD´ê heta bi 50 kîlometroyan nêzîkî bajêr bûne û çeperên xwe qewîn dikin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN