Endamê Komîteya Amadekar û berpirsê avakirina komînan ê gundê û bajarokên Şehbayê Mihemed Şobik got ku wan alîkariya welatiyan kirin ku bi awakî serkeftî komînên xwe ava bikin. Şobik da zanîn ku li hin gundan ji ber bombebaran dagirkeriya Tirkiyê nikarin Komînên xwe ava bikin.

Şobik destnîşan kir ku şêniyên herêmê bi awayekî xurt tevlî xebatên avakirina komînan dibin û wiha peivî: ʺPiştî ku me girîngiya avakirina komînan ji gel re pênase kir, gel gihişt wê baweriyê ku komîn çavkaniya rêxistinbûyînê ye. Wiha jî gel bi girseyî beşdarî komînan bû.ʺ

Şobik got ku 34 komîn li gund û bajarokên rizgarkirî yên Erfad (Til Rifet), Şêx Îsa, Ehres, Kefir Naya, Kefir Nasih, Ûm Huş, Ûm Qûra, Hesacik, Werdiyê, Helsiyê û mezrayên wê , Hasîn, Wehşiyê, El-Nêrbiyê, Teanê , jûba û Qeramil, El-Şehabiyê, Kefir Entût,Til Ecaz û mezreyên Xernata hatine avakirin.

Her wiha bal kişand ku li gundê Ehres û bajarokê Erfad (Til Rifet) û gundê Kefir Naya ji ber hejmara mezin ya welatiyan wan ji momînekê zêdetir ava kirine.

Şobik da zanîn ku komîteyên komînan li gorî xwesteka welatiyan hatine avakirin û got ku komîteyên komîteya Xizmeguzarî, komîteya çandiniyê, komîteya lihevanînê, komîteya Aborî, komîteya Jinê û hin komîteyên din hatine avakirin.Şobik di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di rêveberiya komînan de jin û zilam wekî hev cih digirin. 


 ŞEHBA