Mihrîcana Mîtan a Şanoyî ya 4´an bi dirûşma “Em jiyanê diçînin” li şanogeha navçeya Ehdas a li Şehbayê, di roja 9’emîn de doh dewam kir.
Mihrîcan bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn û Çand û Huner a Efrînê hatiye lidarxistin. Di roja 9’an de li şanogeha Çiyayê Kurmênc a li navçeya Ehdasê lîstikên şanoyê hatin nîşandan. Endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, Yekîtita Jinên Ciwan û xwendekarên dibistanan li lîstika şanoyê temaşe kir. navê lîstikê “Tenê henek bû” bû. Tevgera Çand û Huner a Efrînê ew pêşkêş kir û her wiha lîstika şanoyê ya li ser mayina gelê Efrînê li Efrînê û Şehbayê jî wê nîşan da. Mihrîcan wê bi nîşandanên lîstikên şanoyê îro êvarê bi dawî bibe.
JINNEWS/ŞEHBA