Bi boneya salvegera roja cîhanî ya zarokan li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin.
Bi sedan zarokên Efrîn û Şehba û mamosteyan û rêveberên Heyva Sor a Kurd û endamên Tevgera Çand û Hunerê beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de zarokan pankartên bi nivîsên weke “Jiyana saxlem ji mafê min e, lîstok ji mafên min e, jiyana aram ji mafê min e û ji mafê min e hûn guhdarî me bikin” bilind kirin.
Di şahiyê de koma şehîd Berxwedan a dîlanê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê dîlaneke folklorîk gerandin û dilê zarokan şad kir. Piştre endamên Heyva Sor a Kurd şanoyek pêşkêş kirin.
ANHA/ŞEHBA