Li derdora van gundan di navbera hêzên Şoreşger ‘Ceyş El-Siwar, Eniya Parastina Jinên Şehbayê, Cebhet El-Ekrad, Tugaya El-Selaciqe, Tugaya 99 meşvan, Ehrar El-Kitêbe, Tûgaya El-Şemal El-Demokratî, Tugaya El-Hemze, Hêzên êlan(gundewarê Helebê), tabûrên Şoreşgerên Arfad, Tugaya erkên taybet, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Mexawîr El-Sefîre, Tugaya Yekemîn Mexawîr Hums’ û çeteyên DAIŞ’ê de şerê demkî didome.
Çete ji gundên Hesiye, Wehşiye û Til Qerah ên herêma Şehbayê bi çekên giran êrîşî gundên rizgarkirî dikin. Hêzên şoreşger bersivê didin êrişan.
Şerê demkî li herêmê didome. Gundên Um El-Hoş, Um El-Qura û Herbel yên herêmên Şehbayê di dawiya meha tebaxê de ji aliyê hêzên şoreşger ve hatin rizgarkirin.
EFRÎN
EFRÎN