Navenda Semayê ya ku ev nêzî salekê ye di qada hunerî de bê heq û berdêl xizmetê berpêş dike, dê dersên şano, govend, ney, wêne, sînema û hwd. bide. Avşîn Evdilbarî ya ku li Navenda Çandê ya Semayê wek mamosteyê zimanê Kurdî dixebite got, li gel hemû êrîş û pêkûtiyan jî li dijî qirkirina çanda Kurdî ew ê li atolyeyên vekirine, çanda Kurdî bidin jiyîn.
Evdilbarî da zanîn ku wan îsal dest bi xebatên xwe yên perwerdehiya serdema çaremîn kiriye û diyar kir ku ji bo atolyeyên hatine vekirin 350 kesî qeyda xwe çêkiriye û wiha domand: “Di encama serlêdanan de me 21 pol vekirin. Li van polan dersên wek sînema, şano, wêne, gîtar, ney, keman, erbane, zimanê Kurdî hwd. wê bên dayîn. Heke daxwaz hebe, di demên pêş de em ê kursên zimanê Erebî û Îngilîzî jî vekin.”
DÎHA / AGIRÎ