Gelê herêmê li hemberî van qereqolan bi bertek in. Gelê herêmê diyar dike ku qeymeqam û rayedarên dewletê dixwazin bi avakirina van qereqolan herêmê vala bikin. Welatiyan dan zanîn ku li herêmê bi destê Cemaeta Gulen dixwazin rêxistina xwe li herêmê ava bikin.

Di vê pêvajoya çareseriyê de niha 47 qereqol tên avakirin. Qereqolên ku înşaeta wan berdewam dike wiha ne: Rubarok, Grane, Girê Kevirê Hidûdê 1050'an, Rize, Diravana, Navberojan, Qetînê, Îsya, Nahve, Kunekere, Mamreşan, Anadag, Beşikagaç, Mavan, Ketine kalekol, Gıremezın, Şepeta Stane Pareve Sungu, Çiyaye silo, Besusin, Binsûre, Nehri Nawrezan, Gevriya zine û Xarane, Çarçelan, Herke, Bezele, Girsê Silêman, Bedeve, Qenişk, Zerza, Garê û 4 herêmen din, Qatûne û li heremê 3 qereqolên din, Şiqewtane, Çîyaye Eshaba, Ware Fela. Kanîye Sipîye, Helane, Şiqewtane, Li herêma Çîyaye Eshaba 2 qereqolên nû, Şehidan jî hêjmara qereqolan derxistin 16'an.

Pêkanînên rewşa awarte

Li herêmê li aliyekîavakirina qereqolan zêd dibe, li aliyê din welatiyên ku ji navçeyê diçin gund û ji navçeyek din diçin navçeyek din her tim rastî nasnameyê tên û GBT'a wan tê kontrolkirin.
Serokê Odeya Esnaf â Sinhetkaran û Seroke Odeya Ajokar û Otomobilan Muharrem Tekin, diyar kir ku bi taybetî piştî pêvajoya çareseriyê li ser sînor liv û tevgera leşkerî zêde bûye. Tekîn, da zanîn ku hem tevgera hewayî û hem jî tevgera bejayî zêde bûye û wiha got: "Ji ber li herêmê leşkeriyê ewlehî zêde kiriye û çavkaniyên aborî hatine zuhakiin esnaf êdî dikanên xwe digirin. Li herêmê sewalkarî û rençberî her ku diçe têk diçe. Li ser herêmê ambargo heye. "
Cerdevanê ku nexwest navê xwe bide û 15 salin li herêmê cerdevaniyê dike jî wiha got: " Bazirganiya sînor ji bo cerdevnan serbest e, lê ji bo kesên dixwazin dest ji cerdevaniyê berdin nikarin bazirganiyê bikin."

DÎHA/COLEMÊRG