Ji aliyê Navenda Çanda Guldexwîn ku di bin banê Şaredariya BDP'a Şemzînanê de xebatên xwe didomîne bi minasebeta meha Remezanê du roj beriya niha, xebatên şahiyên çand û hunerê hatibûn destpêkirin. Duh êvar ji aliyê ekîba şano ya navenda çandê ve şanoya bi navê "Xweza û Ziman" hat leyîstin. Hemwelatiyan eleqeyek mezin nîşanê şanoyê dan. Li gel sedan hemwelatiyan, Serokê Rêxistin a Navça BDP'a Şemzînanê Cabbar Taş, Serokê Şaredarê Sedat Tore, Rêveberên BDP'yî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên navçeyê tevli bûn.
Dengbêj û ekîba Navenda Çanda Geverê jî tevli rojên çand û hunerê bûn. Bi vê şanoyê zehmetiyên li ser Xweza û Ziman tê jiyîn hate rawekirin. Şanoya ku ji aliyê gel ve elqeyek mezin dît, mijara qetilkirina xwezayê û neçariya hemwelatiyên ku nikarin xwe bînin ziman vedibêje. Piştî ku lîstik qediya, hemwelatiyan bi deqeyan ji lîstikvanan re çepik lêxistin.
COLEMÊRG