Li Şengalê Akademiya Dewrêşê Evdî î ku piştî fermana 3’ê Tebaxê ji aliyê YBŞ’ê ve hatibû birêxistinkirin, şêniyên Şengalê perwerde dike. Endamên nû yên YBŞ’ê diyar kirin ku ew serbilindin di nava YBŞ’ê de cih digrin. Endamê Meclîsa Leşkerî yê YBŞ’ê Dijwar Şengalî da zanîn YBŞ ji bo demek kurt nehatiye damezrandin û diyar kir ku YBŞ’ê yê bi tevlêbûnên nû wê xwe mezin bike.
Piştî merasima leşkerî 20 şervanên derwreya perwerdeyê ya Şehîd Pîrdogan bi coşek mezin pîrozbahî kirin. Piştî pîrozbahiyê Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih axivî. Salih wiha got: “Şervanên di vê dewrê de temînatê ewlekariya gel in. Herwiha îfadeya asta pêşketina civaka Şengalê ne.”
ŞENGAL