Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe berfireh dibe. Bi vê armancê li Şengalê ku pêwîstbû 50 hezar îmze werin komkirin lê heta niha jimara îmzeyan gihiştiye 62 hezaran.

Ji bo azadiya Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, li Ewropa û gelek welatên din kampanya komkirina 5 milyon îmze hatiye destpêkirin. Li Herêma Federal a Kurdistanê jî bi armanca piştgirî bidin vê kampanyayê biryar hatibû girtin ku di 1’ê gulana 2013’an de ji bo komkirina yek milyon îmze kampanya were destpêkirin. Di kampanya ku mehek û nîv ser re derbasbûye de heta niha li bajar, navçe, bajarok û gundên Herêma Federal a Kurdistanê bi sedhezeran îmze hatine komkirin. Li Şengalê jî ku Kurdên êzidî lê dijîn berî meh û nivekê kampanyaya azadiyê dan destpêkirin û armanca devera Şengalê komkirina 50 hezar îmze bû. Pêr li gorî însyatîfa kampanya îmzeyan a Şengalê hat ragihandin ku wan li Şengal û bajarokên wê yên bi navê Sunûn û Tilezêr stand danîne û heta niha 62 hezar îmze hatine komkirin. Her wiha însyatîfê da zanîn ku kampanya wê li devera Şengalê bênavber berdewam bike.
Însyatîfa kampanya îmzeyan a Şengalê da diyar kirin ku li devera wan Yeketiya Niştîmanê Kurdistan (YNK) û Hizba Komînîst a Kurdistan ji bo komkirina îmzeyan piştgiriya xwe dan nîşankirin û beşdarî komkirina îmzeyan bûne.
 
Li Qeledizê 43 hezar îmze 

Li Navçeya  Qelediza Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê, di çarçoveya kampanya îmzeyan ku li qada navnetewî dihate birêvebirin, li başûrê Kurdistanê jî bi pêşengiya Hemwelatiyên Azad, Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK), Ciwanên Welatparêzên Başûrê Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ve serê meha gulanê hatibû destpêkirin.
Rêxistinên navborî îmzeyên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komkirine bi daxuyaniyeke ji raya giştî re aşekar kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ji aliyê Hemwelatiyên Azad, PÇDK, RJAK û Ciwanên Welatparêzên Başûrê Kurdistanê ve hat li darxistin, ji aliyê Şêx Mehemed Bestê ve hat xwendin. Besta, diyar kir ku encama ku wan dixwest gihiştinê û ev tişt got: “Heta niha me 43 hezar îmze komkirine. Heya niha cihê ku em ne gihayînê jî em ê xwe bigihîninê û îmzeyan kom bikin.”

Li Çomanê kampanya didome

Şandeyek ji endamên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan PÇDK’ê çûn serdana Tevgera Goran ya li qezaya Çomanê.
Piştî hevdîtinê nûnerê Goran Siyamend Elî Mehmûd got; “Di demeke wiha de komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo gelekî bi wate ye û ji bo gelê Kurd jî girîng e. Bi taybet ji bo herêm û hemû cîhanê di vê demê tê xwestin ku Rêber Apo azad bibe, em jî weke Tevgera Goran li gel vê kampanyayê ne. Her wiha divê her kes di vê demê de alîkariyê ji bo vê kampanyayê bide. Ji ber her demê bandora Rêber Apo li ser herêmê heye, êdî dem hatiye ku hemû pirsgirêk bi nîqaş û diyalogan werin çareserkirin. Ji lewma jî divê hem dost û hem jî neyarên Kurdan, bizanin ku êdî bi çekan pirsgirêk nayên çareserkirin. Ji ber vê em dixwazin her kes di vê kampanyayê de cihê xwe bigire.”
Di dawiya nîqaşan de nûnerê Tevgera Goran Siyamend Elî Mehmûd û Berpirsiyarê Ragihandinê yê Belakatê Mam Hesen îmzeyên xwe ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd avêtin. 

ŞENGAL




Li Viyanayê  îmze hatin komkirin

Li paytextê Awûstûrya Viyanayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa îmzeyan hate danîn. Weke her rojê, roja Şemiyê li paytext Viyanayê stand hate danîn û ji bo Ocalan azadî hate xwestin. Standa ku ji aliyê Meclisa Gel ya Viyanayê ve hate organîze kirin li Schwedenplatz ku navenda bajare hate danîn.
Di standa ku nêzî 500 îmze hatin berhev kirin de,  broşur hatin belavkirin.
Weke din jî çalakvana bang li Kurdan kir ku, di Festîvala Donau ya dê di navbera rojê 21-22-23’ê Hezîranê pêkbê ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmzeyan kom bikin.

VIYANA  




Li Helebê 11 hezar  îmze

Li Helebê, tevî rewşa şer û koçberiyê, 11 hezar û 368 îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate berhevkirin.
Endamê Komîteya Berpirsyar a Kampanya Berhevkirina Îmzeyan li Helebê Xerîb Hiso encama dawî ragihand. Heso, da zanîn ku li Helebê di nava hevteyekê de, 11 hezar û 368 îmze ji taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd Xerbî û Şerqî berhevkirine.
Hiso, destnîşan kir ku kampanya li Helebê ji beriya hefteyekê 6 navend li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin danîn, her wiha hin komîteyên gerok li taxên din jî hebûn. Der barê hejmara îmzeyan de Hiso ev tişt got:”̓ Hejmara îmzeyên ku me li Helebê berhevkirine gihişt 11 hezar û 368”an. Lê ku ne ji ber şert û mercên zehmet û dijwar ên şer bûya, dê hejmar bi gelekî zêdetir bûya. Welatiyên Kurd û ereb îmze ji bo azadiya Rêber Apo dan.”̓

HELEB