Çiya Şengal di serî de bidawîbûna perwerdeyê li şervanan pîroz kir û wiha pê de çû; "Jixwe di pêvajoyeke wiha de bidawîbûna perwerdeyê, wê serketina gelan bi xwe re bîne, bi taybet ev demeke dirêj e ku li Bakurê Kurdistanê gelê me berxwedaneke bê hempa dimeşand û Erdogan û çeteyên wî êrîşên mezin bi ser gelê me de dibirin, pêwîst e, em bi serketina perwerdeyê ji van êrîşan re bibin bersiv û em vê yekê ji Erdogan û çeteyên wî re nehêlin."

Şengal axaftinên xwe wiha dewam kir; "Dijminên xwînxar her dem xwestine ku çanda Êzîdxanê bi êrîşên xwe yên hovane bi dawî bikin, bi taybet di fermana 73'ê de gelê me  pirr êş kişandin. Gelek dayik,  keçên ciwan ketin dest DAIŞ'ê,  pêwîst e em tola van hilînin."

Merasîm bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", " Bijî Berxwedana Bakurê Kurdistanê" û "Bijî Şengala Azad" bi dawî bû. 


 ŞENGAL