Di vê pîrozbahiyê de, gerîlaya YJA Starê Newal Tolhildan, birayê xwe Devrîm Guzereş ê ku piştî komkujiya DAIŞ'ê ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên YBŞ'ê bû, dît.


'4'ê Nîsanê xelata herî bedew e'

Tolhildan ji ANF'ê re peyivî û got, "Xelata Dayika Uveyş a 4'ê Nîsanê bû hêvî ji tevahiya Rojhilata Navîn re. Bi taybetî ji bo me jinan 4'ê Nîsanê xelata herî mezin e." Tolhildan di dewama axaftina xwe de, hevdîtina birayê xwe wiha vegot: "Îro du caran kêfxweş bûm. . Hesteke gelekî cuda ye ku mirov weke xwişk û bira li heman herêmê bin. Bi taybetî di vê roja pîroz de dîtina hem hevalê xwe hem jî birayê xwe hevrê Devrîm ji bo min gelekî girîng e. Ji ber ku min birayê xwe li vê derê, bi taybetî jî li nava refên YBŞ'ê dît, ez gelekî kêfxweş im."

Devrîm Guzereş jî got, "Li çiyayê Şengalê pîrozkirina rojbûna Rêber Apo gelekî watedar e. Kêfxweşiya gelê me yê Şengalê yê li vê derê têra me dike. Ez serbilind im ku bûme endamekî YBŞ'ê û ji bo gelê xwe têdikoşim. Tevlîbûna min li nava refên YBŞ'ê ji bo hilanîna tola jinên hatin revandin û qetilkirin e."

Guzereş di axaftina xwe de hestên xwe bi vî rengî vegot: "Ez endamekî YBŞ'ê me ku dixwazim bersivê bidim komkujiyan û xwişka min jî gerîlaya YJA Starê ye. Ev yek tiştekî cuda ye. Çiqasî mirov hewl bidin, vêbêjin jî nayê vegotin. Em her du jî ji bo şoreşa Kurdistanê li vê derê ne. Ji cihgirtin û berxwedana xwişk û birayan li heman cihî xweştir tiştekî din nîne. Em ê her du jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin û têbikoşin."

Xwişk û bira, bi hev re bang li ciwanan kir ku li her herêma Kurdistanê destekê bidin şoreşê.


ESTER AŞMÎ/ANF/ŞENGAL