Di encama van xebatan de niha li Şengalê 900 zarok bi zimanê dayikê têne perwerdekirin. Perwerdeya ku cara yekemîn bi zimanê Kurdî tê kirin, ji aliyê Meclîsa Avaker a Êzîdiyên Şengalê û alîkariya rêveberiya Kantona Cizîrê hatiye organîzekirin.


Li 8 dibistanan dest pê kir

Piştî amadekariyan li 8 dibistanan perwerde di 1’ê Cotmehê de hatiye destpêkirin. Li van dibistanan 20 mamoste dersan didin 900 zarokan. Ji seat 08.00’ê sibehê heta saet 11.00’an zarokên di navbera temenê 6 û 10 saliyê de diçin dibistanan û dersên dibistana seretayî dibînin. Ji saet 14.00’an heta 17.00’an jî zarokên di navbera temenê 10 û 14 saliyê de diçin û dersên asta navîn dibînin.

Yek ji mamosteyan Emer Xidir ji derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî û got: “Me wekî xortên Êzîdî li çiyayê Şingalê bi alîkariya Meclîsa Avakar a Êzîdiyên Şengalê û rêveberiya Kantona Cizîrê 8 dibistan vekirin. Şagirtên me ji sala borî bitir bûn û xwesteka yên mezin jî hebû.  Tişta ji destê me tê em ê pêk bînin, lê derfetên me kêm in û mamosteyên me jî kêm in.”

Xidir da zanîn ku roja Çarşemê ji bo Êzîdiyan rojeke pîroz e, lewma wê rojê dibistan tune ye. Xidir bang li hemû xortên Êzîdî kir ku werin ser axa xwe û tevlî van xebatan bibin.

Zarokan ku dibiçin dibistanê jî gotin ji ber ku bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin, gelekî kêfxweş in. 


 ANHA/ŞENGAL