Şervanên YJŞ, YBŞ, YJA-STAR, HPG, Rêveberiya Federasyonê, TEV-DEM, Saziya Malbatên Şehîdan, Êzîdiyên li kampa Newrozê, çapemeniya azad û rojnamevanên ku ji cihên cuda cuda hatibûn, beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di destpêka pîrozbahiyê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayî rêz hat girtin. Piştre jî Endamê Koordînasyona Meclîsa Êzidî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî axivî û got: “Fermaneke din hat serê gelê Êzîdî, êdî li Şengalê cejn têne pîrozkirin. Êzîdî wê êdî cejna azad li gel hev pîroz bikin.”

Zekî Şengalî bang li gelê Êzîdî kir ku vegerin ser xaka xwe û wiha peyivî: “Cejna Çarşema Sor, bi îdeolojiya Rêbertiyê vediguhere rojeke nû ya jiyanê. Divê gelê Êzîdî sistema hêza xwe ya parastinê hê xurtir bike ku karibe jiyaneke azad ji nû ve ava bike.” 


 ANF/ŞENGAL