Êzîdiyên li Şengalê Cejna Cimaya Şêx Adî pêroz kir.  Her sal li Şengalê Cejna Cimaya Şêx Adî li Çiyayê Şengalê bi tevlîbûna bi hezaran welatiyên Êzidî tê pîrozkirin. Gelê Êzîdî piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê cara 3’emîne ev cejin li Şengalê bi rê û resmên xwe pîroz dikin. Cejin du rojan dewam dike. Roja yekem gel serdana mezargehê dikin. Di roja duyemîn de jî rê û resmên olî tên lidarxistin.

Heya meha Cotmehê dewam dikin

Ji derveyî Mezargeha Şêx Adî li tevahiya Êzîdxanê di destpêka meha Tebaxê de pîrozbahiyên ji bo Cejna Cimayê dest pê dike. Hemû hefteyan rojên Pênçşem û Îniyê dibin Cejna Cimaya. Ev cejin heya meha Cotmehê berdewam dikin.

Herî dewî jî di Cotmehê de Cejna Cimaya Lalişa Nûranî ku cihê herî pîroz ê Êzîdiyan e, tê pîrozkirin.

 

ŞENGAL